NIŞMIYE GULER/RENGÎN AZÎZOGLU / JINNEWS/AMED
Di ser kuştina Ceylan Onkol re 10 sal derbas bûn. Ceylan hingî 12 salî bû, li pey wê tenê wêneyekî wê mabû, wêneyê ku hê jî li me dinêre…
Ceylana 12 salî li Licê ya Amedê gava pezê xwe diçêrand bi topa hewanê bedena wê parçe parçe bûbû. Hingî diya wê parçeyên bedena wê bi destê xwe top kiribûn.
Em îsal çûn gundê Ceylan û bi diya wê re peyivîn. Me ji diya Ceylanê re got em dixwazin xaniyên ku keça wê lê mezin bûye bibînin. Niha li wî xanî kur û bûka wê dimîne. Diya wê, Salîha yeka me nekir dido û em birin malê. Gava mirov ji deriyê diket hûndir, wêneyê Ceylanê yê tu car ji bîra me naçe, li mirov dinêrî. Hin resim jî hene, me pirsî, kê ew çêkirine, diya wê got, ji hepsan hatine. Li her derê çavên Ceylanê… Me pirsî ka sûreteke din ê Ceylanê heye an na? Diya wê got “Tenê sûretekî Ceylana min hebû. Di wir de jî hîna 7 salî ye. Qerteke hebû, wêne tê de hebûn lê winda bû. Tenê wêneyekî Ceylana min ma..”
Ceylan fena melekekê bû
Salîha dibêje, Ceylan, wek melekeke dilpak bû, wan çi bigota wê dikir û werê behsa wê rojê dike: “Wê êvarê min hevîr strandibû. Hat cem min got ‘Ez ê nan çêkim’. Du nan çêkir. Dibistana wê hebû. Min got tu çima neçûyî dibistanê? Gote min ‘Ders tune. Ez ê bizinan bibim biçêrînim. Dilê min diçe meqerne, tu meqerne çêke ez ê biçim.’ Çû serê xwe girê da û şebqeyê xwe girt û derket. Lepikên xwe girt. Goreyên xwe li xwe kir. Min jî meqerneyê wê da ser. Bayekî gelek xurt hebû. Piştî demekê dengê teqîneke mezin hat. Ez derketim derve. Min bang li cîrana xwe kir. Piştre ez dîsa ketim hundir. Cîrana me vê carê bang min kir. Got ‘Tiştek hat avêtin, di nav bizinên we de teqiya’. Min got ‘Ceylana min çû û ez derketim’. Min bang li birayên wê kir. Em hemû çûn cihê teqînê. Em dema gihaştin wir, birayê wê kazaxê ser xwe avêtibû ser Ceylanê. Bi min girt, got neçe. Min got ‘berde ez diçim, biçe agahî bide bavê xwe’. Min çû Ceylana xwe hembêz kir. Xizmên me hatin wir. Xwestin ji nav lepê min bigirin. Min demeke dirêj berneda. Kezeba wê li her derê belav bûbû. Min çû xist nav eteka xwe û kom kir. Min navberekê kezeba wê xist devê xwe. Gelo dayikek kezeba ewlada xwe dikare bike devê xwe. Min girt û da ser sînga xwe. 6 saetan Ceylan li erdê ma. Ji rayedaran kes nehat. Em piştre çûn qereqolê. Min ji fermandar re got çima hûn nehatin. Got ‘em nikaribûn bihatana’. Min got xwedê ji wan re nehêle, kê kiriye bila jê re nehêle. Fermandar got ‘tu ji me re dibêjî’. Min got ‘kê kuştiye bila xwedê ji wan re nehêle.”
Serdana gora Ceylanê
Piştî sohbetê em bi Salîhayê re çûn ser gora Ceylanê ya li mezra jor a gund. Çawa em gihîştin ser gorê Salîhayê got “Ceylana min ez hatim”. Demeke dirêj gora wê hembêz kir, maçî kir û dua kir. Gora wê paqij kir. Dema em jê vegeriyan mirov êşa Salîhayê ji çavên wê didît, ji rûyê wê ji gotinên wê. Piştî serdana gorê em xatir ji wan dixwazin û ji gund derdikevin.