
Şervanên Ceyiş El-Siwar bersiva êrîşên çeteyan ên şeva derbasbûyî ya li ser gundên herêmên Şebya dan û di encamê de 4 çete hatin kuştin û 11 birîndar bûn.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker pêr êrîşên berfireh li ser herêmên Şehba pêk anîn. Êrîşa yekemîn saet di 14:00 `an de li ser gundê Wehşiye, Til Medîq, Bendava Tişrînê, Qol Sirûc û Simoqiyê pêk hatin, di encamê de bi dehan top li herêmê ketin û ziyanên madî bi mal û milkên şêniyan de çûbû.
Êrîşa duyemîn saet di 22:00`an de pêk hat û gundê Wehşiyê, Bendava Tişrînê, Şeale, Til Cîcan, Hisiyê, Til Medîq,Herbel, Til Rifeet, Şêx Îsa, El-Werdiyê, Hesacik, Eyn Deqne û Minigê hedef girtin.
Nûçegihanê ANHA ji herêma şer ragihand ku êrîş heta vê sibehê dom kir û gundê Til Medîq û Qol Sirûc bi tundî hedef girtin. Hat ragihandin ku ku Hêzên Ceyş El-Siwar bi tundî bersiva êrîşa çeteyan dane û derbên mezin li çeteyan da. Çavkaniyeke leşkerî ji Ceys El-Siwar diyar kir 4 çete li aliyê Şehba hatin kuştin û 11 li aliyê Hisiyê û Simoqê birîndar bûne.
Dewleta Tirk Şehba wiha wêran dike
Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de zerareke mezin gihîşt maliyên welatiyên sivîl ên li gundewarên Şahbayê. Nûçegihanên me xwe gihandin wê herêmê û bi wêne û dîmen zerara ku gihîştî milkên welatiyan diyar kirin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her tim êrîşe gundên Şahbayê dikin da ku elwlekariyê herêmê xerab bike û gel koçber bike.
YPG bersiv da êrîşan
Artêşa dagirker êrîşe gundên Efrînê dike, YPG`ê bersiv dide
Artêşa Tirk a dagirker doh di saetên sibehê de bi çekên giran û topavêjan êrîşe gundê Firfirkê yê navçeya Raco ya Efrînê kir. Şervanên YPG`ê jî bersiv didin. Êrîşên dewleta Tirk ji aliyê şervanên YPG`ê ve hatin bersivandin.
ŞEHBA/EFRÎN