Ceyş El-Siwar ji gundê Um El-Hoş êrîş birin ser nuqteyên çeteyên DAIŞ′ê û bi daxuyaniyekê encama vê êrîşê diyar kir.

Di daxuyanî de Ceyş el-Suwar dibêje, wan pêr bi şev dest bi operasyona li dijî nuqteyên DAIŞ´ê ên li gundên El-Wehşiye û Hesacik kiriye û şerê rûdayî jî heta berê sibehê dewam kiriye. Ceyş el-Suwar dide zanîn ku hejmarek çete hatine kuştin, lê ev hejmar nehatiye zelal kirin. Di operasyonê de kargeheke di navbera herdu gundan de jî hat rizgarkirin. Di daxuyaniyê de îşaret pê têkirin ku çeteyan berê ji vê kargehê êriş dibirin ser hêzên Ceyş el-Suwar. Daxuyanî wiha bi dawî dibe: 

"Miqdarek çek û cebilxane, 2 BKC, 2 ABJ, 1 Burno, hatin desteserkirin. Di şer de, du şervanên me bi lehengî gihiştin asta şehadetê. Nasnameyên wan di demekê nêz de, wê bên ragihandin. Di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ′ê de, şer didome." 


NAVENDA NÛÇEYAN