Navenda Giştî ya BDP'ê ji ber 12 endamên HPG'ê yên di 14'ê gulana 2011'an de li navçeya Qilebanê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dan 3 rojan şîn îlan kiribû. Li ser biryara BDP'ê di buroyên hilbijartinê de pankratên 12 qurnefîlên sor li ser hatin daliqandin. Navmezetê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Yalova û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Yalovayê Îhsan Coşkun jî bi buroya hilbijartinê ve heman pankart daliqand. Ji ber vê yekê der heqê Coşkun de lêpirsîn hate vekirin.

Mezinbûna pankartê bal kişand
Di çarçoveya lêpirsînê de li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê doz hate vekirin. Di rûniştina biryara dozê de heyeta dadgehê ji Îhsan Coşkun re bi sûcdariya "Propagandeya rêxistinê kir" salek cezayê girtîgehê birî. Dozgeriyê jî di mutalayê de sedem 5 metre dirêjahîiya pankart û 2 metre jî firehiya wê nîşan da û got: "Ji ber mezinbuna pankartê bala gelek kesan kişand." û ji ber vê yekê "Propagandeya rêxisdtinê kir"

Ji bo dadgehê ya girîng  berjevendiyên dewletê ne!
Heyeta Dadgehê di biryara xwe de bal kişand ser Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME) a "Azadiya aşkerakirina ramanê, avakirina dewleta demokratîk, hemdem û azadîxwaz pêktîne û ev azadî ji bo pêşketina civakê û pêşketina kes ji şertên herî bingehîn e." Heyeta Dadgehê anî ziman ku sînorên aşkerakirina raman jî hene û wiha gotin: "Heke berjevendiyên dewletê zerarê bibînin azadî weke tiştê xerab tê nirxandin." Heyeta Dadgehê ji ber Coşkun pankart bi buroya hilbijartinê ve daliqand bi sucdariya "Propagandeya rêxistinê kir" salek cezayê girtîgehê birî. Cezayê Coşkun ji ber rewşa baş xistin 10 mehan.

DÎHA/STENBOL