
Dadgeha Giştî ya Seqizê, jina Kurd a bi navê Zemane Zêwe, bi hinceta ku beşdarî çalakiyên ji bo piştgiriya referandûma li Herêma Kurdistanê bûye, bi lêdana 50 qamçiyan ceza kir.
Dadgeha Giştî ya Bajarê Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê, Pêncşema bihurî bi tohmetbariya ewlehî û aramiya giştî ya welat xera kiriye, biryara cezakirina jina Kurd a bi navê Zemane Zêwe da.
Dadgeha Giştî ya Seqizê çalakvana Kurd a bi navê Zemane Zêwe bi hinceta ku beşdarî çalakiyên ji bo piştgiriya referandûma Herêma Kurdistanê bûye, bi lêdana 50 qamçiyan ceza kir.
Dadgehkirina Zemane Zêwe di 26’ê Mijdarê de li Dadgeha Giştî ya Seqizê pêk hatibû, lê roja Pêncşema bihuhrî dadgehê biryara xwe ya dawî da.
Dadgehê bi hinceta ‘xerakirina asayîşa giştî’ cezayê lêdana 50 qamçiyan li jina Kurd Zemane Zêwe birrî.
Tê payîn ku di rojên pêşiya me de dadgehkirina komek kesên din ên li Rojhilatê Kurdistanê beşdarî çalakiyên piştgiriya referandûmê bûne pêk were.
Piştî ku li Rojhilatê Kurdistanê gel bi çalakiyan piştgirî da referandûma li Herêma Kurdistanê, Wezareta Îtlaeta Îranê dest bi operasyona binçavkirinan kir û heta niha bi sedan Kurd di bin çavan de ne.
SEQIZ