Dadgeha Ceza ya Duyemîn a Hewlêrê bi sedema dîplomatê Tirk Osman Kose û 2 welatiyên herêma Kurdistanê kuştine, cezayê darvekirinê da 2 welatparêzên Kurd ên bi navê Mazlûm Dag û Muhammed Beşiksiz.
Wekî din jî dadgehê 2 sal cezayê girtîgehê da 3 kesan û kesek jî bi salek mana li girtîgehê ceza kir.
Hêjayî bi bîr xistinê ye, 17ʼê Tîrmeha 2019an li Hewlêrê çalakiyek li dijî berpirsê maseya Îranê a istixbarata Tirk MÎTê Osman Kose û 3 kesên li cem pêk hatibû û di encama çalakiyê de tevî Osman Kose, Osman Muhammed Elî û Beşdar Remezan Salih hatibûn kuştin.
Piştî vê bûyerê, Hukûmeta Herêma Kurdistanê, ambargo danî ser Mexmûrê û ji 6 mehan zêdetir e ku ev ambargoya li ser Mexmûrê dewam dike.
HEWLÊR