Dadgeha Silêmanî cezayê bidarvekirinê li 3 kesên ku destê wan di kuştina 18 şofêrên taksiyan de hebû birî. Li gorî daxuyaniyeke Asayîşa Rojava ya Silêmanî, li sê tawanbarên bi navê Ehmed Mistefa Ebdulmehdî, Hisên Şielan Fezah û Hemdan Serhan Ferz, Dadgeha Ceza ya Silêmanî cezayê bidarvekirinê birriye. Ev ceza li gorî madeya 2 benda 2 ya madeya 10 a qanûna têkoşîna li dijî terorê ya jimare 3 ya sala 2006´an hatiye birrîn.
4 kesên din li benda dadgehê ne
Li gorî heman daxuyaniyê hatiye eşkerekirin ku van her sê kesan di navbera 18/03/2013 ta 02/11/2013’an de 18 şofêrên taksiyan ji Kerkûkê revandine û piştre ew kuştine. Herwiha hate eşkerekirin ku hêzên ewlehiyê endamên vê koma ji 7 kesan girtine, û niha 4 kesên din jî li ser heman dosyayê li benda hikmê dadgehê ne.
SILÊMANÎ