Operasyona Şehîd Ebû Leyla, ji ber hesreta welatiyên Minbicê yên li nava bajêr dîlgirtî û yên neçar mayî cih û warên xwe biterikînin, destpê kiribû. Minbiciyên ji ber şert û mercên dîlgirtinê nikarîbûn xwe li nava bajêr bi rêxistin bikin, ji hemşehriyên xwe yên li derveyî bajêr xwestin vê yekê bikin.
Ji 1'ê Hezîranê û vir ve hemû gund û gundikên bajêr hatin rizgarkirin. Hêza operasyonê xwe berda nava taxên li keviyên bajêr. Mirovên li van herêmên hatî rizgarkirin, zû tehma azadiyê kirin û yên li nava bajêr jî kengî firsendê dibînin ji zilma DAIŞ'ê direvin û xwe li qadên azad digirin.
Ji ber zilma DAIŞ’ê Minbic terikandibûn
Che Guevara yê Minbicî jî yek ji wan şervanan e, ku bîranînên xwe li bajêr vegerandiye. Sala 2014'an bîranînên xwe li dû xwe hiştin û tevî malbata xwe neçar ma Minbicê biterikîne. Li dû wî sê pismamên wî mabûn.
Ew bi xwe ji Kurdên Minbicê ye. Malbata wî ji zû ve di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih girtiye. Ev malbata di dema rejîma Esad de tine hat hesibandin û zilm lê bû, zû bi zilma DAIŞ'ê hesiya û Minbic terikand.
Vê malbatê tirs şikand û cihê xwe di nava hêzên li dijî zilma DAIŞ'ê de cih girt. Che Guevara jî di vê mijarê de qet dudilî nebû, rahişt tovên azadiyê û ji bo li nava bajarê xwe bireşîne bi rê ket.
Minbic wê bibe mîladek
Che Guevara diyar kir ku Minbic wê ji bo mirovahiyê, ji bo azadiya hemû gelan bibe mîladek û got: “Dibe ku bajarekî li nava Rojhilata Navîn be, lê azadiya wî wê li cîhanê deng vede û bandorê li ser hemû mirovahiyê bike."
Ji bilî xewn û xeyalên xwe yên mezin, yek ji armancên wî jî dîtina pismanên wî yên li Minbicê li dû xwe hiştî ye.
SÎNAN DENÎ/ANF/MINBIC