
Di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de Amed Dîcle li ser mijara girtina du rêveberên MÎT'ê ji aliyê gerîlayên PKK'ê ve, nivîsek weşand û tê de agahiyên heta niha tên zanîn bi rêk û pêî kire rêz û bersiva gelek pirsan da. Li gorî agahiyên Dîcle em dikarin agahiyan wisa bikin rêz:
Bûyer beriya mehekê, li nêzî Bendava Dûkanê, ku li Silêmanî ye û nêzî herêma Qendîlê ye qewimî, 2 rêveberên MÎT'ê ji aliyê PKK'e ve hatin girtin.
Rêveberên MÎT'ê ji bo sûîqestê li Cemîl Bayik û hin rêveberên din ên PKK'ê bikin, yan jî wan birevînin diçin herêmê. Bi tîmên MÎT'ê yên herêmî re tevdigerin. Vê gavê nayê eşkerekirin bê bi kê re çawa xebitîne. Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb got, "Me dikarîbû kîs bixista serê wan û dîmenê wan di çapemeniyê de biweşanda". Li çapemeniyê nehat eşkerekirin, lê belê tê gotin ku di dema girtina rêveberên MÎT'ê de kîsik xistine serê wan û bi şêwazekî mîna di fîlman de, hatine girtin.
Kî û çawa?
Her du rêveberên MÎT'ê, berpirsyarên şaxên MÎT'ê yên li herêmê ne ku li dijî PKK'ê tevdigerin. Yekser bi Hakan Fîdan ve girêdayî ne. Agahiyên li ser nasnameyên wan vê gavê ewqas in!
Ev kesên navbirî bi pasaporta dîplomatîk li Başûrê Kurdistanê digerin. Amadekariyên xwe, ku demek bû dikirin, ji Hakan Fîdan re radigihînin. Fîdan ji Erdogan re dibêje, 'Em dikarin li hemberî rêveberên PKK'ê sûîqestê bikin yan jî wan birevînin. Derfeteke wiha heye'. Erdogan jî erê dike. Bi erêkirina Erdogan û Fîdan re rêveberên MÎT'ê yên navbirî dikevin nava liv û tevgerê. Lê belê bi hewldana îstîxbarata dijber diçin wî cihê ku wê lê werin girtin.
Li Batûfa jî MÎT’ê derb ji PKK’ê xwaribû
Tê gotin, hin yekîneyên li Başûr bi van rêveberan re dixebitin û Kurd jî di nava wan de hene, û ew hatine girtin.
Çend rojan piştî girtina du rêveberên MÎT'ê û endamên wan ên herêmî, (7'ê Tebaxa 2017'an) li herêma Batûfa ya li nêzî Zaxoyê, di dema derbasbûna wesayita MÎT'ê de teqînekê rû da. Hat ragihandin, ku kesên di wesayitê de bûn, birîndar bûne. Tê gotin, ev kesên navbirî bi şebekeya li Dûkanê girtî re dixebitîn.
Zexta AKP´ê li YNK´ê
Rêveberiya Erdogan ku fêhm kir PKK rêveberên MÎT'ê yê ku hatine girtin bernade li ser YNK'ê zext kir û azîneya ku encamê bigire sazkar kir. Aliyê Tirk, bi heman paralelê bi rayedarên PDK'ê re jî hev dîtin. Lê PDK'ê got, bûyer li herêma YNK'ê pêk hatiye û xwe ji nav meseleyê derxist.
Piştî ku ji gelek hevdîtinên di nav sê hefteyan de ti encam nestandin, Erdogan û tîma wî çareserî di girtina buroya YNK'ê ya Enqereyê û dersînorkirina Behroz Gelalî de dît.
Dê neyên berdan
Ji ber ku bi wesfê kesên hatine girtin dizane, Enqere bêdeng e. Dizane ku daxuyaniyeke pêkan dikare li derewê were qelibandin. Rêveberiya PKK'ê, bi navbeynkariya YNK'ê got, qetiyen wê kesên navbirî neyên berdan. Û li gorî Dîcle muhteml e ku dîmenên wan jî bên weşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN