KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk li pişt êrişa DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê ye û got; “Dewleta Tirk û DAIŞʼê bi çi armancê êrişî Şengal, Kobanê û Şoreşa Rojava kirin, bi heman awayî êrişî Mexmûrê jî kirin.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê êrişa DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCK di daxuyaniya xwe de weha dibêje:
“Sala 2014’an DAIŞ’ê êrişî Kampa Mexmûrê kir. Çawa ku tê zanîn leşkerên Iraqê û pêşmergeyên li derdora Mexmûrê li hemberî êrişên DAIŞ’ê nesekinîbûn. Bi berxwedana gerîlayan êrişa li ser Mexmûrê hatibû şikandin û pêşiya wan hatibû girtin. Eger pêşiya wan nehatiba girtin berê xwe dabûn Hewlêrê. Piştre gerîlayên HPG û YJA Starê yên ji Herêmên Parastinê yên Medyayê çûbûn qadên şer, hem Hewlêr û hem jî Mexmûr kiribûn qadeke ewle. Di heman demê de gerîla çûbûn Kerkûkê û tevî pêşmergeyên li wê derê êrişên DAIŞ’ê şikandibûn.
Mexmûr kampa şehîdan e
Berxwedana xelkê Mexmûrê bûye sembola pêşîlêgirtina êrişên qirker ên DAIŞ’ê. DAIŞ’ê bi êrişa dawîn xwestiya ji xelkê Mexmûrê û ji gerîlayan tolê bistîne.
Xelkê Mexmûrê di nava berxwedaneke serbilind a cîhanê de cihê xwe heye. Bi jiyan û helwesta xwe, bûye qada sembolîk a rastiya Kurdên azad. Bi hezaran ciwanên wan di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, rûmeta gelê Botanê ne. Li Mexmûrê li her malekê çend şehîd hene. Ji ber vê jî mirov dikare bibêje ku kampa şehîdan e. Ev rastî bi tenê jî dike ku gelê Kurd serbilind be.
Hedefa dewleta Tirk e
Ji ber ku gelê Mexmûrê di nav helwesteke wisa de ye, bûye hedefa dewleta Tirk. Tirkiye yekser bi hêzên xwe yên leşkerî nikare kampê bike hedef, ji ber vê jî li ser Iraq, PDK û Neteweyên Yekbûyî zextan dixe. Wekî li her derê helwesta Kurdên azad qebûl nake. Bi taybetî bi PDK’ê dixwaze kampê parçe bike û bi êrişên hewayî jî dixwaze encamekê bistîne.
Ji bo kamp were parçekirin, DAIŞ jî êriş dike. Dewleta Tirk li pişt vê êrişê ye. Dewleta Tirk û DAIŞê bi çi armancê êrişî Şengal, Kobanê û Şoreşa Rojava kirine, bi heman awayî êrişî Mexmûrê jî dikin. Êrişa dawîn têkiliya xwe bi ambargoyan heye. DAIŞ jî fikiriye ku bi ambargoyê re kamp tengijiye û bi êrişê dixwaze encamekê bistîne.
Ambargo ne ya qebûlkirinê ye
Ambargoya PDK’ê ya li ser Mexmûrê didome rewşeke trajîk e, û ne ya qebûl kirinê ye. Gelê Kurd nikare vê qebûl bike. Gelê Kurd hemû bi vê polîtîkaya PDK’ê diêşe. Bi sedema ku ambargo ji aliyê partiyeke Kurd û rêveberiya wê ve li ser Mexmûrê ye û ev partî nûnertiya rûmeta Kurdan dike, ev helwêsta wê tê wê maneyê ku hestên gelê Kurd tine dihesibîne û binpê dike. Gelê Kurd wisa dizane ku dewleta Tirk dixwaze ji bo wê ambargo tê domandin. Bi vê yekê re PDK û rêveberiya herêmî di serî de ziyanê dide îmaja xwe bi xwe. Rêdana ku ji bo hinek ciwanan biçin zanîngehê û karker biçin derve, ji bilî sergirtina ambargoyê ti maneya xwe nîne. Ji bilî vê kamp mîna xistine nava dorpêça artêşa dijmin û xistine nava ambargoyekê. Vê jî cesaret daye dijminê Kurdan DAIŞ’ê û çete bi cesaret kirine. Rê vekiriye ku çete êrişî kampa Mexmûrê bikin. Êrişî ew kampa 2014ʼan pêşî li êrişa li ser Hewlêrê girtibû. Çeteyan xwest tola wê demê hilînin. Lema rakirina ambargo û dorpêça li ser Kampa Mexmûrê daxwaza tevahî gelê Kurd e.
Piştevaniya Mexmûrê bikin
Em bang li tevahî gelê Kurd û partiyên siyasî dikin ku ji bo hêza berxwedan û moralê piştevaniya xelkê Mexmûrê bikin. Li hemberî êrişên çeteyên DAIŞê û dewleta Tirk tenê nehêlin. Li dijî êrişên dewleta Tirk a dixwaze kampa Mexmûrê ji hev belav bike an jî teslîm bigire, erka hemû mirovahî û hêzên demokratîk e li dijî DAIŞ’ê destekê bidin xelkê Mexmûrê.”
ç