Li bajarê Bakurê Kurdistanê Mêrdînê, saziyên dewleta Tirk bi sponsoriya saziyên sivîl ên Ingilîstanê projeyekê bi rê ve dibin ku li texrîbkirina çanda gelên Kurd, Suryanî, Keldanî û Ereb vekiriye. Li gorî nûçeya di E-Rojnameyê de bi îmzeya Kadrî Esen, berhemên devkî yên van miletan tên berhev dikin, wan werdigerînin Tirkî û Ingilîzî.

Piştî nûçeyê di ser malpera British Counsil, Departement for Digital Culture, Media and Sportê (DCMS) me dît ku ev sazî destekê dide projeya “Protecting Intagible Heritage in the Upper Tigris Valley (Parastina Mîrata Neşênber a Geliyê Dîcleya Jorîn)“. Armanc jî ew e ku rêûresmên mîna zêw (weke ya Syid Bilal), cejn (weke Newrozê), çîrokên devkî, stran, kilam û wekî din e.

Belê Kadrî Esen balê dibe ser pirsgirêkeke cidî, ew jî ew e ku tevahiya saziyên projeyê bi rê ve dibin bi ser dewleta Tirk ve ne ku tevahiya sedsala bihurî bi tinekirin Kurdan û miletên din ên li Kurdistan û Tirkiyeyê serê xwe êşandiye. Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA), Weqfa Dîrokê û Muzeya Mêrdînê vê projeyê bi rê ve dibin. Projeyê Sibata 2018´an dest pê kiriye û Adara 2019´an wê bi dawî bibe. Materyalê tê berhevkirin jî wê çawa bi qeydên xwe yên orîjînal bên pêşandan yan jî li lêkolîneran bê vekirin ne diyar e. Ka ji bilî vê transkrîpsiyoneke bi zimanê orîjînal (Kurdî, Suryanî yan jî Erebî) wê berdest be yan na, ew jî pirr kifş nîne. Axir ya ku em dizanin çawa Kadrî Esen jî dibêje, wê wergerên Tirkî û ingilîzî ên van metnên devkî hebe.

Teahudnameyeke ecêb

Li aliyê din di nûçeya Kadri Esen de, behsa teahudnameyekê tê kirin ji bo lêkolerên beşdarî projeyê dibin ku wê nikaribin qeydî, dîmen û wekî din ên dema lêkolînê bi ti aliyekî din re parve bikin. Heger behsa parastina mîrasa neşênber û devkî tê kirin, taehudnameyeke bi vî rengî çima tê amadekirin? Gelo ya nêzîkî aqilan ne ew e ku ev encamên lêkolînê, li lêkolerên din û xelkê jî vekirî bin? Ha ji ber dana der a van pirsan, şik û gumana li ser projeyê, ne ku yekser elaqedarî lêkolerên beşdar, lê elaqedarî dewleta Tirk û saziyên wê, zêde dibe. Dewleta Tirk û heta rektorên ku wê tayînî zanîngehan kirine, beriya niha jî derketibû holê ku gelek texrîbat kirine di wergera metnên dîrokî de. Çima di qeydiyên deng û metnên devkî vê texrîbatê nekin.

Tevî ku yek ji kordînatorên projeyê yê ji saziya DÎKA´yê dibîje wê metn bi zimanê xwe yên orîjînal jî bê weşandin, gumana ji lihevkirina metna nivîsandî û qeydiya deng dimîne. Belkî jî ya herî baş li raya giştî û nexasim li lêkoleran vekirîbûna qeydiyan û metnên zimanê orîjînal e.

 

MÊRDÎN