Li aliyê Lîbyayê yê Derya Spî, agahî ji boteke ku herî kêm 126 koçber tê de bûn, nayên wergirtin. 

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ragihand, li nêzî peravên Lîbyayê botek winda bûye. Di daxuyaniyê de hat gotin, herî kêm 126 kes di botê de hebûn û fikar hene, ku bazirganên mirovan motora botê dizî be û ji ber vê yekê noqî binê avê bûbe.

Berdevkê IOM'ê Flavîo Dî Gîacomo jî di hesabê xwe yê Twîtterê de da zanîn ku piştî ku bot noqî avê bûye, masîgiran 4 ji mirovên di botê de rizgar kirine û ew radestî keştiyeke ku bi qasî hezar koçberî tê de bûn, kirine. Dî Gîacomo got, ev koçberên navbirî piştre anîn bendera Palermo ya Îtalyayê.

Dî Gîacomo got, "Şahidên rizgar bûn, gotin, bazirganên mirovan ên hatin cem botê, bi zorê motora botê jê derxistin. Şahidan anî ziman, piştre jî av ketiye vê bota ku 126 kes tê de bûn û piştre noqî binê avê bûye. Şahidên di keştiyên cuda de jî ev bûyer piştrast kirin."

Li gorî daneyên fermî ji destpêka salê ve herî kêm 1850 koçber di Deryaya Spî de xeniqîne. 



 ROMA