Kurd bi mêhvanperweriya xwe têne naskirin. Lê li Başûrê Kurdistanê mêhvanperweriyeke balkêş heye ku mirovan şaş dihêle. Li Başûrê welat pêkhate û tevna malbatê bi rastî jî gelekî qehîm e. Dibe ku yek ji sedemên wê jî ew be ku bi salan rastî her cure êrîşan hatiye, tu caran endamên malbatê bê derd li ser sifreyê rûneniştine. Hertim yek li kêleka wan kêm bûye, hertim kesek hebûye ku ji bo wê li ser xwarinê girî di qirika wan de asê maye û nekarîne pariyê xwe daqurtînin. Hertim êşek li kêleka sufreya wan hebûye û bi wan re jiyaye. Ji ber vê sedemê ye ku xelkê Başûr êdî hewl dide tevna jiyana xwe ji nûve li dar bixe. Li gel her tiştî dîsa sifreya wan fireh û dewlemend e. 

Beriya bi çend rojan ji Silêmanî derketim û ber bi bajarên derveyî parêzegehê ve çûm. Jiyan di her gava ku mirov davêje tê guhertin. Mirov heyran dimîne ku ewqas dewlemendî heye. Ji zarava bigire heta cilûbergan û şêwazê rabûn û rûniştina xelkê, hemû dewlemendiyek û xwedî taybetmendiyeke bi serê xwe ye. Taybetmendiya herî sereke ya xelkê ji xeta Silêmanî heta bi Diyana ew e ku gelekî kêfxweş û şad in. Tu dema destpêkê li wan temaşe dikî yan jî li dengê muzîka wan guhdarî dikî, yekem pirsa tê bîra te ew e ka gelo xemên van nînin. Na, xemên wan hene lê dema li ber demên bihurî digirin, ne tiştek in. Ji bo wê jî bi kêfxweşiyeke biçûk jî hewl didin rengê jiyana xwe biguherînin. Taybetmendiyeke din jî ew e ku gelekî mêhvanperwer in. Herkes bi zaravayên cur be cur wer pêşwaziya te dike ku tu dibêjî tu yekem mêhvanî hatiye wê malê. Ya rastî, sifreya dilê wan mezin e.

Herçend civaka Başûr ji derve ve gelekî girtî xuya dike jî ne wek ji derve xuya dike ye. Hemû li derdora hev rûdinên û bi seatan bi hev re diaxivin. Wer bi hev re germ in ku hema mêhvan bi xwezayî dikeve nav sohbetên wan. Lê dîsa jî, li cem wan jî mêr rûdinên û jin jî kar dikin. Li vir ber bi çavtir e. Em dema fitarê çûn maleke li Hacawa ya ku hema 15 deqîqeyan nêzî Ranyayê ye. Hemû endamên malbatê di nava tevgerê de ne ji bo sifreyeke mezin ji fitarê re amade bikin. 

Ya herî xweş ew e ku tu nizanî kî mêhvan e, kî mêhvandar e. Ked a jinê ye. Hem bala wan li ser zarokan e û di ber van hemûyan re xwarinê amade dike. Lê bi giştî hewayeke wisa di malê de heye, jin her tiştî birêve dibe. Zarok, bav, cîran û mêhvan, çavê herkesî li ser jina malê ye. Bixwe jî rojî ye, dibe nexweş jî be yan jî westiyayî; lê qet di xwe naîne der. Tu ji vê afirîneriyê şaş û matmayî dimînî, gelo kesek di ser re heye ku bikare di heman demê de ewqas kar bi hev re bike.

Mirov her ji bajarê mezin dûr dikeve, civakîbûn zêde dibe. Peywendiyên di navbera malbatan de xurtir û bihêztir in. Hestên mêhvanperweriyê zêdetir in. Li bajarê Soran û herêmên derdora wê herkes hevdu nas dike. Dema xerîbek bikeve bajêr herkes pê dihese. Mirov dema nû dikeve bajarekî xerîb e, lê piştî çend seatan tu qet naxwazî ji wî bajarî biçî. Di serdemek wek îro de mirov kêm rastî vê germahiyê tê. Herçend cudabûna zarava, fikir û hunerî jî hebe dîsa civakek di wê astê de vekirî ye ku dikare te di nav xwe de bihewîne.