Filma Cî Nema behsa Rodî dike ku li Cizîrê cî jê re namîne û li Stenbolê jî cî jê re nîne di nava çerxa bişaftinê de. Derhênerê filmê Cabbar Alp dibêje, “Zarok dilê xwe bi halê xwe dişewitîne. Ji ber vê me navê Rodî li vî zarokî kir. A rastî vî zarokî dît ku çawan nikare cî bibîne.”
Kurtefilma bi navê “Cî Nema” behsa serpêhatiya zarokeke piçûk a bi navê Rodî dike. Rodî ji Cizîrê diçe Stenbolê, lê li wir cih nabîne. Ha ev serpêhatiya bûyî kurtefilm, wê di demeke nêz de derkeve pêşberî hunerhezan. Derhênerê filmê Cabbar Alp, dibêje, “Ez hêvî dikim ku dengê min xwest bidim bihîstin, bê bihîstin.”
Ji Ajansa Nûçeyan a Mezomotamyayê (MA) Necla Demir bi derhênerê filmê re peyiviye. Kurtefilma ´Cî Nema´ ya derhêmer Cabbar Alp hindik ma ku li holên sînemayan ên festîvalan bê nîşandan. Kesên ji huner hez dikin jî wê keysa xwe li temaşekirina wê karibin bînin. Film li ser jiyana zarokeke piçûk ê bi navê Rodî ye. Di dema êrişên delweta Tirk ên li dijî xwerêveberiyan de hîna ew li navçeya Şirnexê Cizîrê ye. Yanî sala 2016’an dewleta Tirk wî û malbata wî ji mala wan derdixe. Kurtefilm jî balê dikişîne ser mijara vê bêmekanhiştinê, û pê re jî elaqedar bi mijara bişaftin, jenosîd û dagirkeriyê dadikeve. ji bo van hemûyan bike jî derhêner biryara xwe daye filma wî 15 deqîqeyan dirêj be. Di filmê de, hemû derfetên heyî hatine nirxandin û behsa serpêhatiya Rodî hatiye kirin, ê ku bi darê zorê ji navçeya Şirnexê Cizîrê ber bi Stenbolê ve hatiye koçberkirin. Li wir jî “cî nabîne” yan jî cî ji wî re nîne, mekanekî hebûna wî nîne..
Herî zêde li dibistanan cî nemaye
Derhênerê Cabbar Alp ji Necla Demir a ji MA´yê re behsa serpêhatiya çêkirina filmê jî kiriye.
Alp, dibîje, li ku dera cihanê dibe bila bibe, zarokên gelan dikevin ber çerx û zilma bişavtina rêveberî û dewletên serdest. Bi vî rengî çand, ziman û zihniyeta civakên serdest li ser wan tên ferzkirin. Ew li ser mijarê wiha dipeyive: “Cihên ku bişaftin li wan pirr zêde ye, saziyên perwerdehiyê yên fermî bixwe ne. Zarokên ji Sûriyê hatin, destpêkê ev hat serê wan. Ev jî dibe sedem ku bi zarok re bi demê rê trawmayên ku barên giran in li ser ruh, bidin der. Min jî xwest serpêhatiya vê yekê bi navê ‘Cî Nema’ bi vê xebata xwe bibêjim.”
Rodî dibîne çawa cî nabîne
Cabbar Alp balê dikişîne ser çîroka kurtefilma xwe û dibêje, “Di vê çîrokê de film behsa zarokeke ji Cizîrê dike. Mane hûn jî dizanin, li Cizîrê avahiyeke saxlem jî nehiştin. Li wê derê cî nema. Min jî ev nav li kurtefilma xwe kir. Ji ber ku cî namîne ev zarok neçar dimînin ku koçî bajarên mezin bikin. Dibe ku gelekan ji wan xizmên xwe jî ji dest dabin, yanî xizmîn wan miribin. Vî zarokê Kurd ê bajarê mezin li dibistanê qeyd dikin. Kes naxwaze bi wî re rûne û heman kursiya dibsitanê pê re parve bike. Pirr balkêş e ku zarok ji ber vê dilê xwe bi halê xwe dişewitîne. Ji ber vê me navê Rodî li vî zarokî kir. A rastî vî zarokî dît ku çawan nikare cî bibîne.”
Dixwaze dengekî bide bihîstin
Derhêner Cabbar Alp dide zanîn ku piştî çend sererastkirinên teknîkî, filma Cî Nema wê bê pêşandan û wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Paşê em ê filmê bişînin ji mîhrîcanan re. Ez hêvî dikim ku dengê ku me xwest em bibin bihîstin, bê bihîstin.”
STENBOL