Îsal ji ber şiliyê bereketa zeviyan li Rojava gelekî baş bû û cotkar jî ji xêr û bêra erdên xwe razî bûn. Lê belê ji ber xemsariya ajokaran, nebaşbûna mazotê û belkî jî carinan jî bi destê çeteyan, bi hezaran hektar dexl li nav erdan şewitî. Rêveberî dibêje, ew tevdîran digire û ew ê zirara cotkaran bide.

Cotkarên Bakur-Rojhilatê Sûriyê îsal ji xêr û bera zeviyên xwe razî kêfxweş in, lê şewatan li deverên çandiniyê ziyaneke kir. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li çareseriyê digere.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku pirraniya aboriya wê li ser çandiniyê ava ye, cotkar îsal ji xêr û bera zeviyên xwe û berê ku diçinin, kêfxweş in. Lê belê şewatên guman li ser wan, ên ku li deverên çandî çêdibin, bûne sedema ziyaneke mezin. Her roj li dehan cihî şewat çêdibin û cotkar mexdûr dibin.

Şewata li nav dexlan keda cotkaran a salekê di çend saetan de dike xwelî, rêveberiya herêmê jî li dijî şewatan li tevdîgeran digere. Hevserokê Komîteya Aboriyê ya Kantona Kobanê, Xelîl Şêx Mislim got, li ser sedemên şewatan disekinin û hewl didin ku çareyekê bibînin.

Ajokarên bê dîqet, mazota nebaş

Mislim got berên ku îsal ji nav erd û zeviyan diçinin, li gorî 10 salên bihurî, gelekî baş e û wan her dever çandiye. Mislim got, ‘’Ez dikarim bibêjim, li gorî van çend salên dawî, xêr û bêra herî baş e. Em dikarin bibêjin sala 2019’an 100 ji 100’î ber da. Em dikarin bibêjin ku gelê me jî îsal çandiniya xwe baş kir û hema hema her dever çand.’’ Mislim got, kêfa cotkaran li cih bû, lê ji ber şewatên van rojên dawiyê, bi hezaran hektar dexl bû xwelî û ew li çareseriyê digerin.

Mislim sedema şewatan rêz kir, got, li zeviyên ku diçine ser rêyan, ew gumanê ji qûnikên cixareyên ajokaran dibin û li ser sedemên din jî got, ‘’Mazota me ne baş e. Ji ber vê jî dibe ku karbona li eksoza wesayitan jî bûbe sedem. Her wiha ji ber pêtên ji diranên batozê diçin jî şewat çêbûne.’’

Hin hêz yan jî çete

Mislim diyar kir ku herî pirr ew gumanê jê dibin ku erdên wan ji alî hin hêzan ve têne şewitandin û got, hêzên ewlehiyê hin lêkolînan dikin û dewriyeya xwe zêde kirine.

Ji aliyê din ve jî Mislim diyar kir ku gelek xwediyên batozê yên Kobanê derdikevin derveyî kantonê dixebitin û li herêmê ji ber kêmasiya batozê, cotkar nikarin dexlê xwe rakin û got, ‘’Li Cizîr, Reqa û Dêra Zorê dexl beriya Kobanê bi 10 rojan tê rakirin. Gelek xwediyên batozan got, ew dixwazin ji van deran biçin û pêlekê ji xwe re bixebitin, me jî destûr da lê niha venagerin. Ev jî dibe sedem ku dexl bimînin û bişewitin.’’

Mislim got, 3 hezar lître desteka mazotê didin xwediyê batozan lê li gel vê jî diçin li deverên din dixebitin, li ser vê wî axaftina xwe wiha dewam kir: “Kantonê biryarek daye û di nav 72 saetan de heke xwediyê hemû batosan venegerin, wê cezayê pere li wan were birrîn. Mislim got, ‘’Em bi biryareke wiha naxwazin gelê me yên li deverên din mexdûr bikin. Ew jî gelê me ne, lê divê em li vê rewşê jî bifikirin. Bi kêmanî divê hin batoz li vir bin.’’

Mislim got, ji ber şewatê, ziyan gihaye dexlên hin cotkaran, û ew ê bi rengekî hewl bidin ku zirara wan bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Biryar hatiye dayîn ku hemû dexlê gel ji hêla rêveberiyê ve were rakirin û dexlê gel wê di dest wan de neyê hiştin.”

 

ANF / KOBANÊ