
Teker ku tevlî civîna Komîsyona Aqilmendan a bi beşdariya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan li Dolmabaçeyê pêk hat bû, diyar kir ku ew ê hefteyê çar rojan biçin bajaran û bi saziyên sivîl, rêberên baskan, xwendekarên zanîngehan û bi gel re civînan bikin. Teker got: “Em ê guhdarî daxwazan bikin û bikin rapor û bi hikûmet û muxalefetê re parve bikin. Vê çarşemê em ê biçin serdana Meletî û Xarpêtê.”
'Divê zimanê xwe biguherîne'
Seroka Federasyona Komeleyên Piştgiriya Malbatên Girtî û Hukûmxwariyan (TUHAD-FED) Zubeyde Teker bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 1999’ê ve pêşniyara komîsyoneke aqilmendan dike û diyar kir ku helwesta hikûmetê ya li hemberî komîsyon gelek nêrperest e û got: ''Radibin diçin li qadan ji jinan destekê dixwazin, lê jinan daxilê komîsyonê nakin, ev yek bi xwe nakokiyeke, yek ji muxatabên sereke yên vê pirsgirêkê jin in, lê tevgerên jinan li derve dihêlin, ev yek ne rast e. Min bi xwe got ku hejmara jinan kêm e. hikûmetê hesasiyet û israra BDP’ê ya di vî warî de li ber çavan negirt. Em bi pratîka hikûmeteke wiha re rû bi rû ne. ''
Teker bi bîr xist ku ew di heman demê de endamek a DOKH’ê ye û got ew ê di komîsyonê de hewl bide bibe dengê tevger û rêxistinên jinan ên aşitîxwaz.
Teker bal kiaşnd ser rexneyên ku di civînê de li Erdogan kir û got: ''Min destpêkê ji Serokwezîr re got ku bi taybet gotina wan a bi awayê 'Pêvajoya bidawîkirian terorîzmê' di nava gel de li rast nerazîbûnan tê û di navbera gelê me û dewletê de di warê hestyatî de veqetînek pêk bûye, baweriya bi dewletê pir kêm bûye, bi vî awayî serokwezîr nikare bi vî zimanî gel razî bike, ev yek tenê dê rê li ber nerazîbûnan vebike û min xwest ku ziman û uslibê xwe biguherîne û bi vî awayî bixebite. ''
Teker da zanîn ku di civînê de hin beşdaran xebata komîsyonê weke 'RP' (Public relations-Têkiliyên bi Gel re) bi nav kirine û wê li hemberî vê yekê îtîraz kiriye. Teker got: ''Aşitî mijareke ewqas cidî ye ku mirov nikare wê weke kampanyaya reklaman binirxîne. Divê bi awayeke ciddî û nêzîkê aşitiyê bibe.”
Zubeyde Terker got: "Her kes vê yekê baş dizane ku ger ev pêvajo encamekê negire ‘qiyamet’ dê çêbibe. Divê rayedarên hikûmetê vê yekê tenê çirkeyekê jî ji hişê xwe dernexin. Ji ber vê jî divê em bi cidiyet û jidiliyê nêzîk bibin."
Teker bi bîr xist ku projeya Ocalan a bi navê “Çareseriya Demokratîk” di nava gel de heyecanek afirandiye û got: “Em weke gel her demê rêberê xwe esas digirin û em weke gel xwe li gorî berpirsyartî û peywirên pêvajoyê amade dikin. Hêvîdar in ku dewlet, hikûmet û muxalefet dê jidiliya xwe ya di vî warî de nîşan bide .”
ANF/STENBOL