
Civata Rewşenbîrên Azad ên li Berlînê hefteya bihurî dîroknas û hozanê Kurd Dr. Abdurrehman Mizurî kir mêvanê xwe. Mizûrî di gotara xwe de bi berfirehî li ser cihê ji dayîkbûn, nav û serdema pêxember Zerdeşt sekînî û li gorî daneyên zanistî navê Zerdeşt şîrove kir.
Mizurî pêşî derbirî ku di jêderên mêjûyî de çend navên Zerdeşt hene û ev nav weha rêz kirin: “Di jêderên mêjûyî de gelek navên Zerdeşt hene; wek, Zaratuştra, Zaraûştra, Zaraheşt, Zarheşt û Zaradeşt, lê di Avesta de navê wî wek Zaratuştra derbas dibe. Zana ev nav ji du peyvan pêkhatî qebûl dikin; Zer, zere, sê wateyan dihundirîne: rengê zer, zor û zerend di wateya pîr de ye. Ûştra an jî Tuştra jî hiştir e. Li gorî van daneyan Zaratûştra di wateya Xwedanê Hiştira Zer, Hiştira Zor an jî Xwedanê Hiştira Pîr e. Li gorî min ev –xwedan- jî lê hatiye zêdekirin. Di rastiyê de rasterast Hiştira Zer e. Di wan dem û ev dema han de jî komeleyên Arî navên heywanan li mirovan jî kirine. Wek Gurgo, Askê, Xezalê, Sûsikê.
Dr. Mizûrî diyar kir ku ji ber kevinbûn û bandora li tevahiya olan kirî, divê mirov li Zerdeşt vekolanan her dewam bike û ji ber hêj jî daneyên nedîtî hene. Mizurî weha behsa cihê jidayîkbûn û mezinbûna Zerdeşt kir: “Zerdeştî bandor li herêmê û li tevahiya cîhanê kiriye, di serdema dewleta Sasaniyan de ola fermî bû, herwisa li ser olên Cihû, Misilmanî û yên din jî bandor kiriye. Ji bo em bizanin ka ji ku ye jî divê em pişta xwe bi Avestayê bibestîn.”
Avesta; rawestin
Dr. Mizurî bi bîr xist ku wateya Avestayê wek rawestin, rawestiyan e û Zerdeşt bi xwe Gata nivîsandine. Li gorî Mizûrî mêjûya nivîsandina Avestayê li dora 1400 - 1500 sal Beriya Zayînê ye. Dr. Mizûrî got, Avesta wek 21 kitêb tê qebûlkirin ku li ser 12 hezar çermên ga hatibû nivîsandin û weha dewam kir: “Zimanê wê jî nêzîkî zimanê Sanskrîtî ye. Ji beşên Yeşna, Vîsper û Vandîdatê pêkhatî ye, Gata jî li gel Yeşna an jî Yesna yê ji 72 beşan dihat pê. Hin jêder dibêjin bi ava zêrî hatine nivîsîn, lê ez ne li gel wan im. Herwisa tê gotin ku cara yekê Avesta ji aliyê Eskenderê Makedonî û ya duyê ji aliyê Erebên Misilman ve hatiye sotin. Li gorî van encaman ji çaran yek ji Avestayê di dest de maye. Zend û pazend jî şerhên li ser Avestayê ne. Li ser wan bûyeran Zerdeştiyan jî qewlên xwe ji ber dikirin, wisa didan dewamkirin.”
Vandîtat û cihê jidayîkbûnê
Herçî jidayikbûna Zerdeşt e, Dr. Mizûrî dibêje, Vandîdat behsa cihê jidayîkbûna Zerdeşt û welatê ariyan dike û weha dirêjiyê dide gotinên xwe: “Li gorî wê, bavê Zerdeşt Toruşespa ye an jî Xwedanê Hespê Boz e. Mala wan li ser rûbarê Darêca û Daraca bûye. Ev bi gotineke din piştî rûbarên Seyhun û Ceyhunê ne. Li welatê Aryanovîç an jî Aryavarta ye. Varta di wateya War a Kurdiya îroyîn de ye. Wek herêm jî naverasta Asya û rojhelatê Îranê ye. Di wê serdemê de hêj miletên Arî ji hev cuda nebûne. Zerdeşt wek cejna Newrozê aîde hemû gelên Arî ye. Lê angaşta ku dibêjin Zerdeşt li herêma Kurdistan an jî Azerbaycanê bûye nerast in. Dr. Mizûrî da zanîn ku der barê serdem û mêjûya jidayîkbûna Zerdeşt de nelihevkirineke zanistî heye lê ya nêzîkê rastiyê beriya zayînê li dora 1400´î ye.”
Miriye an hatiye kuştin
Dr. Mizûrî li ser babeta koça dawî a Zerdeşt û hin aliyên ku dibêjin ew hate kuştin jî ev agahî dan: “Avesta behsa mirin an jî kuştina Zerdeşt nake. Di Zend Avesta û pirtûka Dînkerd de behsa temen û awayê mirina wî heye. Tê gotin ku 70 salî bûye û di gava ayînê de li perestgehê hatiye kuştin. Lê ev bi belgeyên zanistî nayêne çespandin û gelek çîrok ên efsanewî jî li ser Zerdeşt hatine zêdekirin.”
Ji ber riwayetên li ser hebûna 3 Zerdeştan û li ser pirsa çend Zerdeşt hebûne jî, Dr. Abdurrehman Mizûrî diyar kir ku ew bi tenê yek Zerdeştî nas dike, ew jî ew e ku Avesta nivîsandiye.