Şervana YPJ´ê Cîhan Botan (Zehra Özmen) 7´ê Tîrmeha 2018´an li Efrînê şehîd bûbû. Cîhan Botan li Kolnê hat bibîranîn.
Merasîma bibîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi rê ve çû. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) nûnerek peyivî û got, “Wan xwe bi dilsozî, bawerî û fedakariya xwe îfade kir. Şehîdên me rêya me rohnî kir.”
Li ser navê malbata Cîhan Botan, jî axaftineke hat kirin û hat gotin, “Ne şehîda me ya pêşî û ne jî ya dawî ye. Lê em serfiraz in. Bila serê Rêber Apo sax be, bila serê miletê Kurdistanê xweş be. Şehîd Namirin.”
Piştre loqmeyên ji bo şehîdan li beşdaran hatin belavkirin.
KOLN