Çawîş got ku hê jî bi hezaran Êzîdî di destê çeteyên DAIŞ’ê dene û bêdengiya cîhanê ya li hember namûs û zarokên Êzîdiyan gumaneke mezin di nava wan de çêkiriye. Babê Çawîş diyar kir ku berî komkûjiyê wan hewara xwe gihand cîhanê û wiha pêde çû: “Berî ku bûyerên xiraptir bi serê Êzîdiyan werin, me hewar kir û hemû cîhan bi hewara me hesiya, lê mixabin kes li hewara dengê me nehat. Niha hêjmarek kêm vegeriyane, lê hê jî bi hezaran kurdên Êzîdî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Jinên Êzîdiyan bi pereyekî kêm tên firotin, zarok û kal hemû tên kuştin. Heya niha li çiyayê Şengalê nêzîkî 700 malbat hene û li benda alîkariyê ne.”

Babê Çawîş bal kişand ser xwe parastina Êzîdiyan û cihên pîroz ên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine teqindin û wiha got: “Niha li çiyayê Şengalê 5 hezar şervanên Êzîdî hene, lê di dema êrîşkirina çeteyên DAIŞ’ê de çek di destê Êzîdiyan de tûnebûn, ji bo wê nekarîn xwe bi parêzin. Çeteyên DAIŞ’ê gorên Emadîn, Şêx Hesen û Mehîme Reşan teqandine.” Çawîş derbarê alîkariyên hikûmeta Iraqê de jî wiha got: “Bi tu rengî hikûmeta Iraqê alîkariya me nekiriye, tu berpirsyar yan jî rayedarên Iraqê bi fermî serdana me nekirine. Ev yek jî li gel me bûye cihê dilgiraniyê.” Babê Çawîş derbarê êrişên hevpeymanan ên li dijî DAIŞ’ê jî wiha got: “Êrîşên hêzên hevpeyman başin, lê kêmin. Hewara Êzîdiyan ji bo hemû gel û netewane, kî alîkariya Êzdiyan bike ew hewara xwe digihênin wan.” Babê Çawîş bal kişand ser rewşa koçberên niha li Laleşê ne û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Rewşa niha Êzîdî di nav de gelek nebaşe. Bi taybet niha Laleş bûye cihê jiyana rojane ya koçberan. Ez nikarim bêjim Êzîdiyên li Laleşê kêfxweşin, ji ber ku alîkariya ji wan re tê gelek kême. Bi taybet bi hatina zivistanê re pêdiviyên jiyanê niha gelek kêmin.”

ROJ NEWS/LALEŞ