Yek ji biryara Komîteya Pewerdehiya Civaka Demokratîk a Efrînê ev bû ku her sê qonaxên perwerdeyê yên bingehîn bi zimanê Kurdî werin dayîn.
Rêveberê Zanîngeha Efrînê Ehmed Yûsif, di warê perwerde û hîndekariyê de gavên hatine avêtin, axivî.
Piştre belgeya meteryalên nû ku bi zimanê Kurdî û Erebî hatibû nivîsandin ji aliyê Sozdar Mihemed û Emîna Xidir ve hate xwendin.
Pirsên gel û çapemeniyê hebûn
Piştî xwendina belgeyan dezgehên çapameniyê û gel di warê sîstema nû de pirsên xwe ji dîwanê pirsîn.
Hin ji pirsên ku hatin kirin ev bûn “Gelo tu dewletên cîhanê vê sîstema perwerdeyê nas dikin? Ev perwerde çiqasî di nava welatiyên Efrînê de tê qebûlkirin? Wê perwerde li herêmên Şehbayê çawa be? Çiqasî kadroyên perwerdeyê amade ne û çiqasî dikarin cih bigirin? Gelo peymangehên ku bawernameya navîn qebûl bikin hene.”
Hêdî hêdî bê qebûlkirin
Ji alî dîwanê ve pirsa naskirina sîstema perwerdeyê ji alî dewletên din ve wiha hat bersivandin: “Civaka navneteweyî sîstema perwerdeya Rojava qebûl dike, zanîngeha Fransa ya 8’an bi awayekî fermî Zanîngeha Mezopotamya nas kir û niha bi Zanîngeha Efrînê re di nava têkiliyan de ye. Dewletên mîna Arjantîn jî girîngiyê dide xebatên me. Ev tê wateya ku cîhan hêdî hêdî sîstema perwerdeya ya Rojava qebûl dike û wê di rojên pêş de gelek dewleta îtîrafê bi vê sîstemê bikin.”
Her wiha endamên dîwanê derbarê rewşa perwerdeyê li herêmên Şehbayê jî diyar kirin ku dê sîstema wê wekî ya kantona Efrînê be û wê welatî li ser bingeha Neteweya Demokratîk werin perwerdekirin.
630 mamoste hatine amadekirin
Girêdayî pirsa derbarê kadroyên perwerdehî û hîndekarî de ev bersiv hate dayîn: “Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk 630 mamoste ji bo qonaxên perwerdeyê yên navîn û amadeyî hazir kiriye.”
ANHA/EFRÎN