‘Cihan’ peyveke îranî (kurdî-farsî...) ye. Ne tenê ji bo erdzemînê, bi mecazî jî ji bo gerdûna nêrîn, dîtin, çand û têgihîştinan jî tê bikaranîn. Mixabin ku di kurdî de di cihê vê peyvê de peyva erebî ‘dunê’ (dinê) zêdetir tê bikaranîn. Mînak: di cihê ‘ez hatim cihanê’ (ez bûm) de ‘ez hatim dunê’ di ziman de rûniştiye.

Cihana fîlmên karton jî cihaneke taybet e, asûmanî ye, derê têgihîştina rastiya berçavî, bi tevahî xewjîn (nîgaş) e. Gelek caran bi fikrî têkiliya xwe bi jiyanê re hebe jî, piraniya tevger û pêkhatinên di cihana van fîlman de derê xwezayê, derê rastiya berçavî ne. Di van fîlman de ajal, çivîk, kêzik, bihuk, kevir û dar, bi kurtî her teşe û fîgûr diaxive, dikeve nava tevgerê, wekî mirovan dirame, rê nîşan dide û ditekoşe. Mînaka herî balkêş jî Tom û Cerî (çîroka mişk û pisikê) ye. Mezin jî û zarok jî bi dilşadî lê dinêrin.

Heke mirov zarokan kontrol neke, rastiyan ji wan re nebêje, zarok dikanin van fîlman wek rastiyê jî têbigihîjin. Lewre zarok jiyana berçavî û ya asumanî û sêwirandî ji nava hev dernaxin. Dibe ku zarokek xwe wek Superman bibîne û bigihîje wê baweriyê ku ew jî bikane bifire û xwe di pencerê re bavêje. Gelak fîlmên karton jî hene ku ne li gor cihana zarokan in û li hin welatên pêşketî hatine qedexe kirin.


Hin derdor û cihana karton

Rastiyeke me kurdan heye ku nîvê me ji cihana rastiyê dûr, têgihîştina me wek seneryoyên van fîlmên karton in. Nizane gerîlatî çi ye, li gor seneryoya sere xwe aqil dide gerîlayan. Partiyan, pratîka wan, bîrdoza wan nasnake; li ser partiyan tehlîlên ji xwe mestir dike. Neçûye, li Başûr, Rojava nejiyaye, behsa şaşîyên pergala wan dike, yan jî pesna pergala wan dide. Pergalên aboriyê nasnake, aborîzan e. “P” ya polîtîkayê nizane, polîtolog e. Ango her tişt e.

Hin kurdên paşmayîyê siyaset û fraksiyonên kevn jî di mêjiyê xwe de, di birdoza xwe de seneroya Gagamel û hirikan (Schlumpf), yan jî “Birayên Dalton û Lucky Luke” sêwirandiye. Li ber maseya kompûterê rûdine, bi xwe dibe Lucky Luke û êrişê Birayên Dalton dike. 

Hin qaşo serok û rêberên van partiyên têkçûyî; li gel vê sêwirandina nîgaşî, çîrokên qehremanî û baqiliya dagirkeran ku di dibistanên bişaftinê de di giyana wan de dane rûniştin, bi tevê dijminahî û daxesiya bi salane di bîra xwe de bi cih kiriye û ji cihana rastiya civakê qutbûye, xwe berdaye nava vê cihana fîlmên karton. Li Enqerê derdikeve ber ekranên bangaşiya qirêj, ji rastiya welêt û civakê dûr, çavên xwe digirin, devê xwe vedikin û mîna bilbilan direşînin.

Xwerû jî di medya dîgîtal de ev sêwirandina bi awayê cihana fîlmên karton êdî dilê mirovan li hev dide. Li devê deryayê, li bajarekî Ewropayê rûdine, destê xwe şil û zuha nake, ji cihana welêt bi tevahî dûr, haya xwe ne ji rewşa aborî, ne ji dijwarî û ne ji ruxandina şer heye, xwebaqilê kêmaqil e, ziqumekê naxwîne, lê di her warî de pispor e, aqilmen de. Çi heyf ku ti kesekî wan gohdarî nake, ku guhdarî bike, dê ewê wek qehremanên fîlmên karton ji durrê (ji tunehiyê) biafirîne. Du gulmistan li dagirkeran de û Kurdistana li cihanê bê minak bidamezrîne.

Camêr helbesteke gotinên wê tewşomewşo, hevok xiloxwarî, du çîrokên seneryoyên wan tên zanîn lihevaniye; romaneke ji vir û wir çirpandî nivisîye. Êdî ew rewşenbîrê fîlmên karton e, li ser her tiştî re ye, gihştiye qatê xwedayî, pispor e, bêlayan e, aqilmend e, rexnegirê bê sînor e, mamoste ye. Divê her kes ji gotinên wî/wê re rêz bigire, mafê wî yê li her kesî heqaretkirinê jî heye. Lê dema bi rastiyê re rû bi rû dimîne, fîlma karton diqete û cihana wan a xewjînî ser û bin dibe.

Bi hêviya cihana fîlmên kartonan ji zarokan re bimîne, kurd ji wê cihane berê xwe bide jiyana berçavî, rastiyê bijî û wisa binivîse û nêzîkê rastiya gelê xwe bibe.