Li Tirkiyê û Kurdistanê, tiştek, nema weke berê dimeşe.

Di pêvajoya hilbijartinên herêmî de, di pîrozbahiyên Newrozê de, ev ratsî careke din derkete holê. Di pîrozbahiyên Newroza îsal de, eşkere bû ku cîhaneke nû tê avakirin. Lê di cîhana siyasî a tirk, ji vê rastiyê dûr eû di pêvajoya hilbijartinan de gotinên klasîk ha ha hatin dûbare kirin. Lîderên klasîk, ha ha gotinên klasîk û aşûfteyî teriqandin.
Her gotina siyasetmedarên tirk, pesindariya paşverûtiyê bû. Qîr û awaza  nijadperestiyê ye. Li hemberî destketiyên hişmendiya nû ya mirovahiyê,  şer dikin.
Şerê statuqo-parêziyê dikin.  Ya rastî, statuqo di siyaseta fuzeyan de, di destek-kirina çeteyên hov û faşîst, ku li Rojava şerma mirovahiyê belav dikin de diparêzin. Çete û kontrayên li Rojava, hem ji aliyê statuqoparêzên global ve têne destek kirin, hem ji aliyê nazîzma ereb û tirk ve têne destek kirin. Nazîzma erebî hem Baasî ye, hem Wahabî ye;  nazîzma tirk jî, hem spî ye, hem  kesk e.
Hilbijartin, nûjen kirina aktûalîtê, dûbare-kirina pirsgirêkên  rojane, pîvana hişmendî, zanistî, maquliyet, hareket kirina destketiyên hewngîrî û ideolojîk in. Di pêvajoya propagendeyên hilbijartinê de,  tameke xweş nebû. Şêjna siyasetmedarên tirk, her  diçû bêhtirîn tal û tirş dibû, di encamê de giha qonaxa quzalqurtê.
Her siyasetmedarê tirk, di her axaftina li hemberî komên xelkê de, hinekî din sergerdeyî bûn, hinekî din sewtelî bûn.  Rêveberên BDPê, ne ketin wê rewşê.
Di tevahiya axaftin û vegotinên siyasetmedarên BDPê û HDPê de, projeyên siyaseta demokratîk, gelê demokratîk, banga jiyana bi rûmet û xwedî derketina li paşerojan hebû.   Qerebalixa li pêşberî siyasetmedarên BDPê û HDPê jî hêvî dan.
Di her axaftina siyastemedar û hevşaredarên BDPê û HDPê de, banga jiyana hevpar û kolektîf hebû. Dewlet di rêza duyemîn de bû; statukoparêzî jî dihate “mulga” kirin.
Bi van gotinan alîgiriyê nakim.  Naaa, ji ber ku, min di temenê şêstûpênc salan de, têra xwe siyaseta tirk, siyasetmedarên tirk nas kirine. Siyaseta tirk her demê, di her mercî de bûye teatroyek. Dika teatro, li tevahiya cîhanê, pêgiha herî watedar, xwedî hêza perwerdehiya komên xelkê ye.  Ji her cûre huner zêdetir xwedî hêza estetîze kirina  jiyana rojane û hişmendiyê ye. Ji aliyekî ve mêjiyê mirov mivred dike, ji aliyê din ve dil û hestên mirov li çerxê, li rendê dide. Hunerê herî zêde bi jiyana rojane re hemhal e; hunerê herî zêde çavdêriyê dikê ye, herî zêde rexne dike û şaşiyan diqêrê ye. Geh rexne dike, geh keviran divaêje, geh neqûçkan dide, geh şahîk dike, geh bi çakûçê gotinan li serê mirov dide û cênîkên mirov diarîne.   
Lê teatroya siyasetmedarên tirk,  vê carê jî dane xuya kirin ku, guhdar-kirina axaftinên wan,  bi gotina sosyologan, “dema mirî-kuştina demê” ye. Her axaftina wan,  bi stratejiyên psîkolojîk dagirtî ye, nasnameya îdeolojiya şeş tîran, yan jî neh çirîskan nîşan didin.  
Aliyê herî trajîk, bazara li çarçiyê û firotina netewparêziya di kefikên bazirganiya selfkarî de bû.  Jiyana rojane endeksî “heavy metalcîti” ya îslamî dikirin.  Ciwan ber bi bîr û baweriya “cîhadê”, ber bi “faşîzma reş ya kolanan”  daf didan. Serokê AKPê wek şovmanê şer bû; Kew Kemal wek zirtekê dibin şelîta cambazê  sê cîhanan Fetullah Gulen bû; Dewlet Çelebî jî wek patronê markêta gûran bû.
Bê kêmasî, not sal in, gelên li Tirkiyê, şerê partiyên ji yek çavkaniyê derdikevin û ji yek îdeolojiyê têne xwedî kirin, guhdariya şerê dizî, talangerî û teşqelan dike. Di hilbijartinên vê carê de jî, guhertin nebû. Te kir, min nekir; kê kir, te kir; kê kir min nekir;  yanî k kire kê bû.  Her sê navên ku me li jor hejmartin, mîna lehengê filmên  Malkoçoglu û Karaoglan bûn. Mixabin gelên Tirkiyê jî, fêrî dahetuyek bi mij û moran kirine. Serê her kesî bi  baweriya “li Tirkiyê tiştek nayê guhertin, keleka xwe derbas bike”, hatiye dagirtin. Vê siyasetê, qerebalixek dîlgirtiyên ku paşerojên wî nebin, afirandiye.
Şerê çil salî guhertinên bingehîn kirin.  Encama vê guhertinê jî, BDPe, HDPe û milyonên li qadên Newrozê bûn. Ji bilî Amedê, Newroza Stembolê jî veguherî mitinga hilbijartina azadiyê. Qerenbalixa li Newroza Kazliçeşmê, ji mitinga AKPê û şovmenê sedsalê Tayyip Erdogan, li  Yenîkapi mezintir bû.  Di navbera her du komên qerebalix de, kilmetreyek û nîv, yan jî 2 kilometre hebûn. Lê displîna kolektîf, enerjî û dilsoziya li Kazliceşçe, li yenîkapi nebû. Di mitinga AKPê tenê Erdogan di axivî û edebiyata restorasyona di çarçoveya “tragedya waweylê” de dikir. Hemberî ku bi zimanê gel diaxivî, mixabin weke sergerdeyekî  Kasimpaşa, tiştek ne dida komên xelkê. Tenê çend kesên li pêş li çepikan didan.
Lê di cejna Newrozê li Kazliceşme, siyastemedar û namzêtên hevşaredariyan teva axivîn. Li wir gel jî, siyasetmedaran jî da xuya kirin ku demokrasiyek heye. BI vê demokrasiyê jî dîrok ji nû de tê nivîsanidn. Ev dengê nû yê cîhanê ye.  
Erdogan, di wê mitingê de jî, weke “keşayekî anglîkan”, di hişmendiya xwe de hişk û xwedî  baweriya monarşiya, bi waiz û fermanan derkete pêş.
Kew Kemal jî, ji gewdeyî Sanço pancho dûr, lê di rewşa wî de derkete holê.
Çelebî Dewlet  jî weke berê, dîse, bi dengê gûrekî spî, lê di xeftanekî reş de xûya kir. Encam: Alagorî û populîzm... Qofê ku tevahiya gunehkariya xwe di nexweşiya xwe de vedişêre... Îmaneke bê îman, baweriyeke bê bawerî, dilsoziyek dilreşî... Ademiyeta bê exlak, misilmantiya bê nemaz û niyaz...  Ev eni nikare bibe xwediyê paşerojan.
Di dîroka Komara Tirkiyê de yekemîn car e ku, siyaseta demokratîk  derkete qadan. Peyama Ocalan ya Newroza 2013an, encama şerê çil salî û destpêkirina siyaseta dmeokrtaîk bû.  Peyama Ocalan ya Newroza 2014aan jî, banga xwedî derketina li siyaseta demokratîk bû.  Di hilbijartinên 30 Adarê de jî,  gelên li Tirkiyê û Kurdistanê, wê îradeyeke demokratîk nîşan bidin.