Li wir pêdivîye em bibêjin her berhem; her roman, her çîrok, her helbest cîhanek e, bi destê xwendevan digire, û wî bi delalî û bedeweya xwe difermîne hûndirê cîhana li derveyî jiyana rastîn a civakî, lêbelê dîsa jî bi jiyana rastteqîn a civakî ve girêdayî…
Piştî lêvandineke wisa, gelo em dikarin bibêjin her berhem( ne her pirtuk) ‘tayê’ pevgirêdana sistbûyî a kes û civatê vedinûvîne, an go bi ‘şimaya xwendinê’ qewîn û qayim dike?
Wêje , bi dest û hestên feqîrkesan – wekî Baba Tahirê Ûryan, Cegerxwînê li biyanistanê bi jarî serê xwe danî- were afirandin û wekî berhem pêşkêşî civatê hatibe kirin jî; yê ku wêjeyê berz dikin û wêjevan hembêz dikin dihimînin ne qata jêr, ya jor e.
Bi taybetî di civatên mîna civata kurd, ku pêvajo û prosesa xweavakirinê- ji ber sedemên ji me tevan ve eyan- tewaw nekirî û hê jî ji hêla guhdariyê ve jîr, ji hêla xwendinê ve jar; ‘toqa gunehkeriyê’ bivê nevê dê têkeve stûyên yên xuyayî, yên li darî çav, yanî yên li meydanê.
Yanî halxweş, yanî yên dewlemend, zadeganên kurd…Yanî siyasetmedar, yanî şaredar, serkirdeyên hizban, bazirganên dirav û avahiyan…
Di vê babetê de ji bedêla em peyvê dirêj bikin, ji bo ku serencam baş were fahm kirin, em kurtebendekê ji stirana Evdalê Zeynikê werînin bîra xwe:
***
Ez î Evdal im Evdalê Zeynikê bûm
Dengbêje odeya Surmelî Mehmed Paşa bûm
Îro bûme pêkenokê bûk û qîzên Heyder û Zîlaniyan
Lêê wayê, lêê wayêêê, lêê wayêêê
Dênê xwe bidinê, dengbêjê heta ku dengbêjê odeyê ye, heta ku li qesrê ye, hem di çavê ‘xwediyê’ xwe de, hem jî di çavê tebaqeya jêr de xwedî siyanet e, bi paye ye. Lê…lê ku ji odeyê derdikeve û li tevî refê xelkê dibe, mixabin dibe ‘pêkenokê’ qîz û bûkên kofî xwar!
Îro jî, di wê baweriyê de me, ne qîz û bûkên kofî xwar; siyasetkarên kurd - ez dikarim destêxwe li Qur’anê bixim ku yekî ji wan(ên ku kurd in û bi kurdî dizanin- ji bilî birêz Ozçelîk) berhemeke nivîskarekî, helbesteke helbestkarêkî nexwendine, bi çavên kirînê lê nenerîne.
Ji lew, kalê me Ehmedê xanî jî di berhema xwe de rewşa yê li herî jor, helwesta mîr wisa rawe kiriye:
Mîrê ku navê wî Mîreza ye
Mehze nezera wî kîmiya ye
***
Ji ber ku nezera wî zêde a’m e
Lew xasenezer ji dil neda me
Niha, gava ku nezera(nerîna) yên li jor wekî nezera bûk û qîzên Heydaran be, hew tiştek di destê berhemdar û berhemê de dimîne: Xweda û xwendevan!
Xwendevanên ku heta duh bi qasî pêçiyên tiliyan bûn, îro xwe li hezaran didin. Lê, ev hezar di şert û mercên îro de (li gel hemû hewldanên dilsozane a dezgeh, weşanxane, û nivîskar) nekarîne/nikarin dergehê cîhana wêjeyî ji civata kurdî re vekin.
*Di salvegera 4.emîn a vefata Memet Uzun de, wî bi dilsojî yad dikim.