
Ji sala 1994’an vir ve li parzemîna Chîapas a Meksîkayê projeya wekheviya mafên jinan a Zapatista tê dîtin. Jinên zapatistayî ku mafên jinan bi nîqaşan didin jiyîn, digotin: “Tişta em lê digerin, bi awayekî ji nû ve çêkirina mirovan e. Ya ku em dixwazin biguherin eve. Daxwaza ne cîhanek din e. Têkoşîna ku jin, zilam û em hemû parçeyek ji wê ne ev e. Em naxwazin tiştekî ku zîhniyeta dîrokî bimeşîne ava bikin”
Bi vê dosyayê re em ji mînakên ku me lêkolîn kirin û derketin rê, me dît ku zîhniyeta bavikasalarî ya ku tehemûlî serkeftina jinan a li pişt barîkatan nakin bi qetlîam û polîtîkayên helandinê êrîş kirine. Mînaka herî berbiçav a ku van polîtîkayan ne karîne ser bikevin li çiyayên parzemîna Chiapas a Meksîkaye ye. Jinên ciwan ên ku berî 20 salan ji aliyê leşkeran ve ji axa wan hatin dûrxistin, îro bûn ‘Compañera’ (Hevalên Jin) ku bi kolektîgfiya jinan a ku Qanûnên Jinên Şoreşger nîqaş dikin û didin jiyîn. Kesên ku li wesayîtên zirxî siwar bûn, ji prazemînekê hatin û difikirîn Karavela fetih bikin, ger gavekê hizirîbin ku “girtine” xwe xapandine. Çi wateya agahdariyên li ser kaxezan hatine nivîsîn heye ji bo dayikên ku xwendin û nivîsandinê nizanin? Di sala 1980’yî de li gundên Tzotzîl, Tzetzal, Chol û gelên din ên herêmî yên parzemîna Chîapas a Meksîkayê bi rêxistin kirin. Di sala 1994’an de Artêşa Azadiya Navneteweyî ya
Zapatista (EZLN) hat îlankirin
Îlana artêşê, di dema Peymana Ticareta Serbest a Bakurê Amerîkayê (NAFTA) ku dixwest polîtîkayên neorîberal bîne Meksîkayê de pêk hat. Di 1’ê çileya 1994’an de EZLN li hemberî NAFTA ku polîtîkayên xwe li ser gelê feqîr ê Meksîkayê ferz dikirin raperîn da destpê kirin û li parzemîna Chiapasê gelek bajar bi dest xistin. Di 12 rojan de li ser peymana agirbestê li hev hatin lê leşkerên Meksîkayê di sala 1995’an de agirbest binpê kirin û carekdin êrîş kirin.
Bajarê San Cristóbal
Çalakiya leşkerî ya herî bi nav û deng a zapatistayan, ji aliyê jinên fermandar ve li bajarê San Cristóbal pêk hat. Çalakiya ku bi her awayî hat plankirin bêyî ku dilopeke xwîn bê rijandin bi ser ket. Avakarên çalakiyê Fermandar Ana María û Fermandar Ramona, şervanên yekemîn bûn ku bi hespan ketin bajarê San Cristóbala yê. Fermandar Ana María ku çalakiya San Cristóbala ji rojnameger Matilde Pérez û Laura Castellanos re dibêje, diyar dike ku piştî çalakiya wan ji aliyê fermandaran ve tê qebûlkirin wan dest bi planên çalakiyê kirine û wiha dibêje: “Hemû şervanan dizanîn ku dê nokteya xwe çawa bigirin û çi bikin. Fermandaran jî ew peywirên hatine dayîn ji bo werin bicih anîn kontrol dikirin. Dema me êrîşî San Cristóbalê kir, hinek ji bo barîkatan ava bikin hatin hilbijartin, hinekan kemîn danîn û hinek jî ji bo êrîşî avahiya şaredariyê bikin hatin hilbijartin. Berpirsyariyên ku hemû yekîne pêk bînin hebûn û fermandariyê hemû tişt koordîne dikir.” Ana María wiha behsa jiyana komunal a jinan a li herêma Zapatistayê dike: “Têkoşîna me ne tenê bi çekan bû. Karê jinên li bajarokê dijiyan, ji bo jiyanek komunal rêxistinkirin, ders xebitîn û ji pirtûkan zanist hînbûn bû.” Her wiha bi însiyatîfa jinan li herêma Zaptistayê alkol ku dibû sedema tundiyê hat qedexekirin.
‘Çima zilam cilan neşûn?’
Ana María diyar kir ku di wê demê de têgeha “karê jinê ye” êdî bê wate bû wiha pêde çû: “Her tişt bi awayekî wekhev dihat kirin li vir cudahî tune ye. Rojekê dora xwarin amadekirinê ya zilaman bû, rojekê dora jinan bû, roja din herduyan bi hev re çêdikirin. Ger pêwîstî pê heba zilaman jî cil dişûştin.”
Li bajaran jin di atolyeyên çek, cilên leşkerî û cilan de dixebitîn, jinên li gundan jî di karên bostan û zeviyan de dixebitîn. Li gundên ku jiyan, cotkarî û hilberîn bi awayekî komunal bû ger hilberîna zêde hebaya gundiyan difirotin cihên din û ji bo sewalên xwe êm dikirîn. Axa Zapatistayê ji 5 parçeyên wekî Morelia, La Garrucha, La Realîdad, Oventîk û Roberto Barrios pêk dihat. 40 şaredariyên ku xebatkarên wê piranî jin bûn, pêwîstiyên navendên tendirûstiyên yên ku ji xwezayê sûd digirtin û dibistanên ku mirovên di her temenî de dikarin lê bixwînin bi cih dianîn hebûn.
Qanûna Jinên Şoreşger
Beriya îlana sala 1994’an, Zapatistanan 4 mehan li gund, bajarok û taxên ku xebatên rêxistinkirinê lê meşandin, meclis hatin avakirin û fermandarên EZLN’ê Ramona û Susana di van meclisan de cihê xwe girtin. Armanc ew bû ku qanûneke jinan a ku hemû gel di heman fikrî de bin bê avakirin bû.
Qanûna Jinên Şoreşger ku ji 10 madeyan pêk dihat û bi hevkariya jinan hat amade kirin di sala 1993’yan de hat temamkirin. Ev qanûn ligel qanûnên şoreşger ên zapatistan di 1’ê çileya 1994’an de hat îlankirin. Ji bo li hemû herêman qanûnên şoreşgerî bên bicihanîn û bi awayekî baş bên pêkanîn nîqaş dihatin meşandin.
CAROLÎNE McKUSLCK /JINHA/AMED