
Zeynep Kinaci ku di sala 1996'an de li hemberî hemû polîtîkayên tinekirina Kurdan li Dersim bajarê serhildanan, xwe li dijî hêzên ku bajar û mejiyê wê îşgal kiribûn kir mertal û bêmirin bû..
Jinên Kurd jî ji bo ku vî rihê îsyana li dijî îşgal tinehesibandina zeyend û neteweya xwe bidin jiyandin û mezintir bikin, di salvegera çalakiya wê de li Ewropayê têne cem hev. Di festîvalê de hebûn, çand û dîroka xwe nîşanî hemû cîhanê didin. Îsyana xwe diqîrin..
Festîvala jina serhildêr Zîlan a îsal jî ku yadî keça porgewez a Dêrsimê Sakîne Cansiz û hevalên wê hate kirin, bû cihê hêrs û kîna jinên Kurd a li dijî planên taswiyekirina dîrok û tevgera Kurd, li dijî komkujiya Parîsê.
Jinên ji çar aliyên Ewropayê li hev kom bûn, hezkirina xwe ya bo riya Sara, Fîdan û Leylayan û biryardariya xwe ya bo deşîfrekirina planên qirêj ên hêzên kiryar û hevkarên komkujiyê nîşan dan.
Di tevahiya axaftinên hatin kirin, panelên bi beşdariya jinên biyanî re hatin dayîn de ev yek bi dehan caran hate destnîşankirin...
Di 9. festîvala jinan a Zîlan de li Dortmûnda Almanyayê bi hezaran jinên Kurd, ligel dostên xwe yên alman û ji welatên cûda, bi çand û zimanê xwe qîriyan.
Li gorî festîvalên heta îro li ser sehnê û pişt sehnê derketina pêş a axaftin û pêşkêşiyên bi Kurdî jî ji bo wan hêzên dixwazin gelekî tine bihesibînin, bersivek bû.
Dengê dayikên dengbêj ku ji bin çadira jinên dengbêj jî bilind dibû, dengê hebûn û bihêzbûna gelê Kurd bû...
EVÎN RONÎ