
Parlamenterê Rihayê yê HDP’ê Osman Baydemîr peyva ‘Kurdistan’ê li meclîsa Tirk bi kar anî. Vê jî kir ku wekîlên AKP’ê dîn û har bibin. Ji ber peyva ‘Kurdistan’ê ceza li Baydemîr hate birrîn ku 2 rûniştinan tevlî civînên meclîsê nebe.
Parlamenterê Rihayê yê HDP’ê Osman Baydemîr, di dema nirxandina budceyê de li Meclîsa Tirk axivî. Baydemîr bi bîr xist ku Hevserokên Giştî û parlamenterên HDP’ê girtî ne û destnîşan kir ku di nava şert û mercên darbeyê de budceyeke adîlane nayê amadekirin.
Baydemîr di dewama axaftina xwe de pirsa “We çiqas budce ji Kurdî, Pomakî, Lazî re veqetandiye?” kir. Baydemîr bi vê yekê bal kişand ser karê asîmîlasyonê ku nexasim jî li dijî Kurdî û Kurdan tê kirin û got, “Divê derhal asîmîlasyon bê terikandin, dawî li polîtîkayên qirkirina çandî were anîn û feraseta ku mirovên ne ji xwe dixe zindanê bê terikandin.”
Darbeya 4´ê Mijdarê
Baydemîr di dema axaftina xwe de dema behsa mijara qirkirina siyasî ya li dijî Kurdan û HDP´ê kir û serê gotina xwe heta bi darbeya 4´ê Mijdarê bir, bi bîr xist ku hevserokên HDP´ê hatine girtin û peyva Kurdistanê bi kar anî: “Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag ji ber vê yekê niha li girtîgehê girtî ne. Gultan Kişanak, Nûrhayat Altûn, hemû parlamenter û hevşaredar ji ber vê yekê li girtîgehê ne.
Roleke me heye, mîsyoneke me heye. Ez ewladekî Kurd im û nûnerekî Kurdistanê me. Lewma roleke min a bi vî rengî heye. Heger hûn Kurdan li derve bihêlin, nebînin, bixin girtîgehê, di dawiya dawî de hûnê temamiya 80 milyonî winda bikin.”
Aqlê Tirkî di Kurdistanê nagihîje
Ji ber ku Baydemîr got ‘Kurdistan’, Wekîla Serokê Meclîsa Tirk, Serokwekîlên Koma AKP’ê û Parlamenterên AKP’yî pengizîn û pirsa ‘Kurdistan li ku ye?’ kirin. Li ser vê yekê Baydemîr jî dilê xwe nîşan da û got, “Va ye, Kurdistan li vir e.”
Piştî vê yekê ji ber bikaranîna peyva Kurdistanê cezayê ku tevlî du civînên rûniştina li Meclîsa Tirk nebe li Baydemîr hat birrîn.
HDP´ê Meclîsa Tirk protesto kir
Piştî ku Serokwekîla Meclîsê ya AKP’yî cezayê ‘derxistina demkî ji rûniştinên meclîsê’ li Osman Baydemîr birrî, hemû wekîlên HDP’yî jî ev ceza şermezar kir û ji hola Civata Giştî ya Meclîsa Tirk derketin.
HDP’yî bi hev şêwirîn û biryar dan ku tevlî rûniştina doh dewam dikir ya Civata Giştî ya Meclîsa Tirk a li ser Budceya sala 2018´an nebin.