3 baragehên leşkerî di sala 1992’an di serdema şerê PDK û PKK’ê de li wan deran bicîh bûn. Herçend diviya bû herî dawî heta 2005’an bimana jî, hêj jî bi awayek nefermî li Herêma Federal a Kurdistanê dimînin. Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê yê Berê Nêçîrvan Barzanî û Perlemana Herêma Kurdistanê di sala 2008 de biryar girtin ku baragehên leşkerî bên rakirin. Di sala 2011’an de carek din perlemanto ev yek bi piraniya dengan pejrand, lê heya niha hêj nehatine rakirin.
Navenda îstixbaratî ya hevpar a şaxa Hewlêrê li gorî îtifaqa Amerîka, Tirkiye û Iraqê bi alîkariya Hikumeta Herêma Kurdistranê erkên xwe cîbicîh dike. Ev navend piştî serdana Wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî û civîna bi Alî Babacan re di 23’ê Kanûna 2009’an de hatiye avakirin. Ev navend yekser girêdrayî koordînasyona sê-alî ya li dijî PKK’ê ye.
Navenda koordinasyona sêalî
‘Navenda îstixbaratî ya hevpar-şaxa Hewlêrê’ ji aliyê Amerîka, Tirkiye û Iraqê ve tê kordînekirin. Ev navend li ser çend şaxên bilind yên sereke disekine. Her şaxek bilind jî li ser lejneyek ferhî dixebte ku ji 4 beşên sereke pêk tê. Vanê van lijneyên ferhî jî wihaye:
* Lijneya Bajêr û navçeyan (Silêmanî, Dûhok, Kerkûk, Hewlêr, Raniye, Soran û Diyane).
* Linjeya Şaxê Begdadê.
* Lijneya Ferhî ya Zaxo û derdorên wî.
* Lijneya Ferhî ya girêdrayî xebatê Çapemeniyê.
96 kesên sereke yên Tirkiye yê li Herêma Kurdistanê karê îstixbaratê dikin.
Tenê li nava sinorê axa Herêmê Kurdî 8 bîroyên arteşa tirk ‘TSK’ê hene. Demek beriya niha çalakî û astê berpirsiyariyetiyê wan bîroyan hatibû kêmkirin. Lê niha hatine çalakirin û gûhartin jî bi ser wan de hatiye. Berê buroya îstixbaratî ya MÎT’ê ji 3 kesên sereke pêk dihat, piştre hejmarê wan bû 6 kes û niha jî 96 kesên sereke kar dikin. Ji wan 96 kesan 14 kes bi taybet li ser ‘Navenda îstixbaratî ya hevpar- şaxa Hewlêrê’ dixebitin. Lê cihê xebatê yê 82 kesên din nayê zanîn.
ANF/HEWLÊR