Jinên Ciwan ên Başûrê Kurdistanê doh ji bo destekdayîna mertalên zindî yên li Qendîlê çûn Qendîlê. Li ser navê Jinên Ciwan Zîlan Mûsa peyivî û bang li pêşmergeyan kir da ku bi gerîlayan re di heman çeperê de li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.
Jinên Ciwan yên ji Silêmanî, Ranya, Sengeser û Qeladizê ji bo piştgiriyê bidin mertalên zindî doh serê sibê bi rê ketin. Jinên Ciwan serdana mertalên zindî yên li Qendîlê kirin û daxuyanî da çapemeniyê.
Heya dagirkerî xelas be
Bi navê jinên ciwan ên Başûrê Kurdistanê Zîlan Mûsa axivî û diyar kir ku ew weke Tevgera Jinên Ciwan heya dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê dewam bike, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin. Zîlan ku her wiha got, ew ê ti carî rê nedin dagirkeriyê, wiha peyivî: “Çawa li Şengal û Rojava berxwedan li dijî dagirkeriyê hebe, em ê jî li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.”
Serî ji dagirkeriyê re netewîne
Zîlan Mûsa wekî din bang li Hikûmeta Başûr jî kir û got, “Divê hikûmeta Başûr serî ji dagirkeriyê re netewîne û gotinê neyîne ser şerefa gelê Kurdistanê. Pêşmerge çawa ku berê li çiyayên Kurdistanê çek di destê wan de bû û paşê gerîlayan ev berxwedan ji wan dewr girtibe, divê niha di çeperên berxwedanê de mil bidin milê gerîla û li dijî dagirkeriyê rawestin. Em ê weke jinên ciwan bi ruhekî berxwedêr li dijî dagirkeriyê rawestin.”
QENDÎL