Di destpêka daxuyaniyê de li ser navê komîsyona Endezyaran Yilmaz Abîş axivî û got ku ew li hemberî pakrewanên Kobanê bejna xwe ditewînin. Abîş da zanîn ku wan li ser banga KCD`ê komîteyek ava kiriye û wiha dom kir: “Em 33 endezyar hatin Kobanê, ev 3 rojin li bajar kar û xebat dikin, hin hevalên me karê xwe bi dawî kirin, lewra dê vegerin, yên din jî dê dewam bikin.”
Piştre li ser navê koma enkaz rakirinê Heqî Bilîcî axivî û diyar kir ku her çiqasî çete ji bajar derketinejî, lê li peyî xwe bermehiyên weke mayîn û bombe hîştine, lewra pêwîstî bi şiyarbûnê heye.
Li ser navê koma endezyarên jeolojiyê Harûn Yalçinkaya jî ev tişt gotin: “Tesbîtên me kirine, em niha dinirxînin, em 33 endezyar hatin ji bo kar û xebata pîlansaziyê û lêkolînê. Em bang li her kesî dikin ku destekê bidin, tenê 33 endezyar têrî nakin.”
Endezyarên ku dê derbasî Bakur bibin diyar kirin ku wan weke gava yekem lêkolîn kirine, lê ji bo berdewamkirina kar pêwîstî bi alav û kesên pispor heye, lerwa ew ê niha derbas bin û careke din bi awayekî xurtir vegerin Kobanê.
Di dawiyê civînê de Serokê Desteya Rêverbiyên Herêmî û Xizmetguzariyê Mistefa Ebdî axivî û wiha got: “Em spasiya hevalên xwe yên endezyar dikin ji bo alîkariya wan. Çawa ku şervanên YPG û YPJ’ê bi qehremanî li berxwe dan û bajarê Kobanê rizgar kirin, pêwîste îroj jî her kesê xwendevan xwedî li Kobanê derkeve, bi tayebet endeziyar. Li ser vê yekê em bang li hemo endezyarên Kurdisatnê dikin ku xwedî li Kobanê derkevin û cihê xwe di govenda azadî û ji nû ve avakirina Kobanê de bigirin.”