Endama Meclîsa Şaredariyê ya semta Hackney a paytexta Ingilîstanê Londonê, û cîhgira şaredarê heman semtê Feryal Clark, ji bo herêma hilbijartinê ya Enfieldê ya Londonê, kete lîsteya namzetên parlamenteriyê ya Partiya Karker (Labour). Bi vê yekê jî li hilbijartina wê ya weke parlamenter di hilbijartinên 5´ê Gulana 2022´yan de weke garantî tê nihêrîn. Li aliyê din muhtemel e ku hilbijartinên beriya vê demê jî bên lidarketin. Feryal Clark Kurdek e ji Bakur e ku weke penaber li Ingilîstanê bi cih bûye.

 

LONDON