Li bajarê Strasbûrg ê Franseyê çalakiya nobetê ya ‘Azadî ji Ocalan reʼ ya li pêşiya avahiya Konseya Ewrûpayê di hefteya 403’an de ye. Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhallî jî di nav de komeke nû nobeta vê hefteyê digirin. Di komê de Mele Salih, Behrem û Fahrettîn hene.
Li ser navê komê Hafiz Ahmet Tûrhalli diyar kir ku kesên dibêjin em ji Îslamê û Quranê bawer dikin divê alîgirên aştiyê bin û got, “Misliman diçin Misilmanan dikujin, piştre diçin ji Trûmp û Pûtîn dixwazin ku aştiyê ji wan re bînin.”
Hafiz Ahmet Tûrhalli diyar kir ku ji bo li Kurdistan û Rojhilata Navîn aştî pêk were, divê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
Tûrhalli diyar kir ku ew weke CÎK’ê tevlî çalakiya Nobeda Azadiyê dibin û got, “Ji bo Kurdan bihar tê û divê em hêvîdar bin.”
Endamê komê, Mele Salih jî diyar kir ku gelê Kurd tecrîdê qebûl nake û li dijî wê têkoşîna xwe bi xurtî didomîne û got: “Heke dixwazin polîtîkayeke rast bimeşînin, divê tecrîdê bi dawî bikin.”
CÎK ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve gelek caran tevlî çalakiya Nobeta Azadî ji Ocalan re bû. Ji xeynî CÎK’ê rêveber û endamên saziyên Elewî û Êzidiyan û gelên Asûr û Siryan jî tevlî nobeta Azadî ji Ocalan re bûbûn.
ANF/STRASBÛRG