Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got; “Xweşik û birayên me yên bawermend, li gorî baweriya xwe em mecbûr in ku alîkariyê bidin mirovên ji ber afetê neçar mane.

Di rojên welê de emrê Xwedê ji bo me heye. Divê em weke Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi erka xwe rabin. Hem dost û hevalên me hem jî civata me divê ji dil û can tevlî vê kampanya me ya alîkariyê bibin û destê xwe yê alîkariyê dirêjî van mirovên me yên li Xarpêt û Meletiyê bikin.

Alîkariya ku bê komkirin wê bi kontrola maliyeya me ya navendî li mexdûran bê belavkirin. Divê ti mizgeft û wezîfedarên me bi tena serê xwe van alîkariyan neşînin. Alîkarî hemû wê bi navbeynkariya navenda me bigihêjin mexdûran.

Ji bo Xwedê em alîkariya mirovên xwe bikin!

Ji bo Xwedê em xwedî li mexdûrên erdhejê derkevin!

Alîkarî wê li mizgeft û nûnertiyên me bi fîşan bên komkirin.

SPARKASSE DORTMUND

IBAN: DE85440501990131023383”

 NAVENDA NÛÇEYAN


 

AKEEʼyê banga piştgiriyê kir

Yekîtiya Kardarên Kurd a li Ewrûpayê (AKEE), ji bo piştgiriya xelkê Xarpêt û Meletiyê yê ji erdhejê zirar dîtine, bang li endamên xwe kir.

Yekîtiya Kardarên Kurd a li Ewrûpayê di peyama xwe ya bangê de got: “Li ser navê Yekîtiya Kardarên Kurd a li Ewrûpayê (AKEE), ji ber erdheja li Xarpêt û Meletiyê em xemgîn in.

Di vê erdhejê de ku heta li bajarên Amed, Çewlig, Mêrdîn û derdora wê hate hîskirin, bi dehan mirov mirin, bi sedan kes jî birîndar bûne.

Li ser navê Kardarên Kurd hemûyan em sersaxiyê ji malbatên ku xizmên wan mirine sersaxiyê dixwazin û şifaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.”

NAVENDA NÛÇEYAN