Mamosteyê Govendê Nîhat Govend, beriya sê salan li ser cil û bergên li herêma Mezopotamyayê, lêkolînek kir. Dema dest bi vê lêkolînê kir, Dirûngeha Hebûnê vekir, ku karibe van kincan lê bidirû. Nîhat ji bo navê Hebûn ê li Dirûngehê kiriye dibêje, “Bi rêya vî navî me xwest nîşan bidin, ku li dijî her şêwe polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi sedan salan li ser Kurdan hatine ferzkirin, em ê jî li vir in.”

Cihêrengiya herêman li gore cilan

Govend da xuyakirin, ku berevajî kincên sîstema kapîtalîst ên ji yek tîpî, berê li her herêmeke Mezopotamyayê cil û bergên ji hev cuda li xwe kirin û li ser vê yekê mînakên xwe wiha rêz kir: “Mînak; li herêma Amedê bi giranî qumaşên şîfon, qedîfe û hevrîşim tên bikaranîn. Li herêma Colemêrgê jî bi giranî qumaşên bi pelik û neqişandî tên bikaranîn. Ji van qumaşan fîstan, şalwar, êlek, xeftan û etek tên dirûtin. Qumaşên em pê kincan çêdikin bi giranî ji Hîndîstan, Pakîstan û welatên li wê herêmê tên anîn. Heta ji me tê, em hewl didin cil û bergan li gorî rewşa xwe ya orjînal bidûrin. Lê belê ji ber ku qumaşên em tînin ne ji kalîteya yên berê ye -Ji sedî 70 ê qumaşên nû ji naylon pêk tê- em nikarin li gorî dilê xwe, kincên orjînal bidirûn.”

Ne fabrîkasyon, dirûngeh 

Her wiha Govend diyar kir, cihê xemgîniyê ye ku kincên berê rojane dihatin lixwekirin, îro tenê di rojên taybet ên weke hine, dawet û şahî hwd. de tên lixwekirin û wiha peyivî: “Em dixwazin bikin ku ev kinc careke din rojane bên lixwekirin. Di dema dawî de bi taybetî bala jinan ên ciwan li ser kincên gelêrî zêde bûye. Lê tiştekî ecêb e, li firoşgehên marka û mezin ên xizmetê ji kapîtalîzmê re dikin, li van kincan digerin. Xuya ye ev yek ji ber têgihiştina ‘kincên bi marke, bi kalîte ne’ ye. Xwezî li şûna kincên fabrîkasyonê yên li firoşgehan, kincên gelêrî yên li dirûngehên bi keda destan tên çêkirin, tercîh bikin.”

‘Divê bi berpirsyariya çandî rabin’

Govend anî ziman, ew heftane bi qasî 20 kincan didirûn û got: “Em her kincekî di nava 3 saetan de diqedînin. Rojane 3-4 kinc, heftane bi qasî 20-24 heban amade dikin. Bêguman ev ne bes e. Li Amedê hejmara dirûngehên bi vî rengî gelekî kêm e. Lazim e bêyî fikara madî divê em bi berpirsyariya xwe ya çandî rabin. Di vê çarçoveyê de bi rêya kooperatîfan lazim e em cihên bi vî rengî zêde bikin.” 


 AMED