Cilên ku herêmî û neteweyî kiras û fistan hem zêdetir li gundan û di dawet û rojên taybet ve ji aliyê jinan ve tên lixwekirin. Şal û Şapik jî dîsa di rojên taybet û pîrozbahiyan de ji aliyê zilam ve tên lixwekirin. Îsal li bentê ye li her bajar û navçeyan Newroz bi coşek mezintir û bi rengê dewlementir bê pîrozkirin. Li navçeya Colemêrgê jî Newroz dê di 20'ê Adarê de bê pîrozkirin. Ji niha de beriya pîrozbahiya Newrozê welatiyên ku wekî roja azadiyê û cejnê nêzîkî pîrozbahiyê dibin dixwazin bi cilên nû herî xweşik tev li pîrozbahiyê bibin. Welatiyên ku ji niha de coş û heyecana Newrozê dijîn ji bo bo xemla xwe serî li dirûnker û fesalên cilên neteweyî didin. Firoşker û dirûngerê kras û fîstan, şal û şapik û Ranû û Berguzan çêdikin û difiroşin diyar kirin ku îsal firotin û eleqe gelek zêde ye.  Firoşker ji bo bêtir kiras û fîstan û şal û şapik bifroşin cilên neteweyî di vîtrînên dikanên xwe de dan pêşandan û ji niha de derxistin ber deriyê dikanên xwe. Dîsa yek ji cilê neteweyî Kof û qumaşên rengî û atqiyên kesk, sor ji rastî eleqeyek mezin tên. Di nava şal û şapikan de herî zêde cilên leşkerî eleqeyek mezin dibînei. He li dikanan û hem jî li cem dirûnkeran serlêdanek mezin heye.


Dirûnger dest bi kar kirin

Dirûngerê şal û şepik û Ranuberguzan ku dest ji kar û dirûnê berdabûn bi hatina Newrozê re dîsa dest bi kar kirin. Dirûnger Enver Terzioglu, anî ziaman ku hatina Newroze karê wan jî zindî kirin û ew jî dîsa bi ruh kirin. Terzioglu, da zanîn ku coş, heyecan û ruhê Newroza îsal bandora xwe li ser kar û barê wan jî kir û bawer dikin ku dê Newroa îsal ji ya her sal bêtir bi şêr û bertir be.
Xwediyê dikana Kiras Fistanan Haci Yunus Aticî jî anî ziman ku pêvajoya destpêka aştiyê ji niha de bandorek erênî li ser wan kir û wiha got: "Îsal her kes dixwaze bi Şal û şepik û şutuk tev li pîrozbahiya Newrozê bibin. Em hêvî dikin ku ev dê bibe sedema aştî û azadiya gelê kur dû Tirkiyeyê. Em dixwazin di Newroza îsal de gelê Kurd û Tirk dest bidin hev bû bi coşek mezintir pîroz bikin. Em dixwazin êdî ciwanên Kurd û Tirk neyên kuştin û operasyonên leşkerî bi dawî bibin.
Welatiya bi navê Zubeyde Akçelîk jî anî ziman ku ew dê bi reng û çanda xwe biçin Newrozê bîroz bikin u Newroz ji bo wan cejn û roja azadiyê ye. 

DÎHA/COLEMÊRG