DANA OMER / ROJNEWS/ SILÊMANÎ

Endamê Konseya Rêveberiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Diyar Xerîb demek dirêj ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan têkoşiya û li gel her pêkhate û partiyan peywendî çêkir û ji wan re qala yekîtiya neteweyî û girîngiya yekîtiya Kurdan kir. Ji ber bandora hewldan û têkoşîna wî ya ji bo azadî û yekîtiya neteweyî bû hedefa dagirkerên Kurdistanê.

Endamê Kosneya Rêveberiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Diyar Xerîb di 5’ê Tîrmehê de li Qendîlê li gel du gerîlayên din di encama êrîşa hewayî ya balafirên dewleta Tirk de şehîd bû. Doh çilrojiya şahadeta Diyar Xerîb bû.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb di nava hevalên xwe yên têkoşînê de bi navê Heval Helmet dihate naskirin. Di sala 1973’an de li gundê Sêwsênan ê Qeredax a ser bi Silêmaniyê ji dayik dibe. Çend salan li gund dimîne, piştre di sala 1980’an de bi malbata xwe re tê Silêmaniyê, lê ji ber ku hez ji jiyana gund dike, timî serdana gund dike û gelek caran diçe gund û lê dimîne.

Ji ber ku li herêma gundê wan baregehên pêşmergeyan hebû, jiyana pêşmergetiyê nas kir. Bi vê re ruhê nîştîmanpeweriyê li gel pêş dikeve.

Diyar Xerîb li bajarê Silêmaniyê mezin dibe û dibistana seretayî û Amadeyî li Silêmaniyê temam dike. Piştre Beşê Fizîkê li Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê temam dike. Ji derveyî ku ew bi xwe tevî têkoşîna Tevgera Azadî ya Gelê Kurd bû, birayek wî yê bi navê Dilêr di Raperîna sala 1991’an de li Kerkûkê şehîd bû.

Piştî sala 1988 û heta 1991’an valahiyek di xebata siyasî ya Başûrê Kurdistanê de çêbû. Diyar Xerîb di vê serdemê de di temenê ciwaniyê de navê Partiya Karke rên Kurdistanê (PKK) û Ocalan dibihîse. Piştî raperîna bihara 1991’an a Başûrê Kurdistanê zêdetir bîr û îdeolojiya PKK’ê nas dike. Lewma ji sala 1992’an ve nêzî rêxistina PKK’ê dibe û di sala 1995’an de bi fermî dibe endamê PKK’ê.

Bihara sala 1997’an ji bo beşdarî perwerdeya li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bibe tê hilbijartin, lê ji ber ku operasyona dewleta Tirk destpê dike, çend mehan di nava şer de dimîne. Piştî ku operasyon bi dawî dibe, di Cotmeha 1997’an de diçe li gel Rêber Abdullah Ocalan.