Hasan Parîn ku ev 46 sal in kiras, fîstan, bervanik, zendik û kofiyan çê dike, got, her cilûbergek xwedî rabirdûyeke dîrokî û çandî ye.

Harûn Parîn, li Taxa Şerefiye ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ev 46 sal in fîstan, bervanik, zendik û kofiyan çê dike. Ew dibêje, her cilûberge xwedî rabirdûyeke dîrokî û çandî ye.

Parîn ku bi piranî cilûbergên jinan çê dike, diyar kir ku kiras, fîstan, bervanik, zendik û kofiyan çê dike. Parîn, anî ziman ku hîn jî di dawet, nîşan, Newroz û rojên din de kincên herêmî tên bikaranîn û got, kincên her herêmê jî cuda ne. Parîn, got: “Du çeşîdê kofiyan heye. Yek, ên herêma Behdînanê; Colemêrg, Elbak, Şax. Ya din jî herêma Serhedê ye; Qelqelî, Bêgir û Çildiran e. Her kincên Brûkî jî hene. Ew bi firfir û kin in. Kincên ertoşî jî hîn dirêjtir in. Li herêmê kincên herêmî bi piranî di dawet, nîşan û mêvandariyan de tên lixwekirin. Piranî qumaşê qedîfe, pestandî û pazênî tên tercîhkirin”.

Parîn, da zanîn ku her kincek xwedî dîrokek e û got: “Li kîjan herêmê kîjan cilûberg bê lixwekirin, ew cilûberg dîroka wê herêmê dihewîne. Ji bo lixwekirina van kincan ti sedem nîne. Neqşên li ser diguherin. Ji xeynî vê tiştekî wan naguhere. Dirêjahiya wan naguhere. Tenê neqşkirin û model diguherin”.

 

 MA/WAN