Kurmanc ne pir bê kemal in
Ema yetîm û bê mecal in,
Fîl cumle ne cahil û nezan in
Belkî sefîl û bê xwedan in.
Ehmedê Xanî
Mabesta min ne ew e ku dîrokê binivîsim. Dixwazim hin sedemên bêtifaqiya îro û bersiva pirsa çima Kurd ji fersendên ku têne ber deriyê wan nizanin sûd jê werbigirin, binivîsim.
Ji bona bersiva vê pirsê rast werê dayîn, divê mirov li dîroka Kurdan binêre. Berî bi du hezar û heştsed salî rewşa pêşiyên Kurdan mîna ya îro bû. Wê serdemê jî gelek federesyonên êlan ên ku xwe mîna dewletan serbixwe didîtin hebûn. Wê demê jî hêza wan, ne hêzek yekgirtîbû. Li aliyê din hêzeke weke împaratoriya Asurî hevsinorê wan hebû, hero êrîşî ser wan dikir, dewlet û federesyonên wan tarûmar dikirin. Ew ji xakê wan dûr dixistin û ji xwe re dikirin kole. Îro jî ji Xaneqînê heta Efrînê Kurd bi hêza xwe diparêzin. Heke bizanin hêza xwe bikin yek û bi hev re hevkariyê bikin, hêza wan ji ya dewletekê nekêmtir e. Ji ber ku ne yek in, dewletên dagîrker êrîş dikin, wan dikujin, bajaran xirab dikin û wan ji welatê wan derdixin.
Wê demê Medên pêşiyên Kurdan, zanîn ku pêşî tifaqa xwe çê bikin û piştre li hevkariyê bi gelên derdora xwe re bigerin. Bi saya wê tifaqê li dijî împaratoriya herî xurt ya ku gelên herêmê bi tirsa leşkerên wê, zarokên xwe radizandin, biserketin. Heta roja me jî hê ew çîrokên tirsa lêşekerên Asurî têne gotin. Hêza ku ti dewletan xwe li ber ne digirtin, têkbirin û demeke dirêj li nav wê xweşiya azadiyê jiyan. Ji sinorê Girêkiyan heta Hîndê, ji sinorê Misrê heta asiya navîn gelên wan herêman bi awayekî azad û bêyî ku hevdu qir bikin jiyan. Li bin hukumdariya Medan, herêm bi leşkerî, aborî, çandî û civakî bi hemû awayî pêşket. Li wê serdema zêrîn zaneyekî mîna Zerdeşt pêxember derket û felsefa wî bandor li gelek ol û felsefeyên cîhanê kir.
Lê mixabin bi xirabûna tifaqa Medan re împaratoriya wan jî belav bû û herêm kete nav şer û pevçûnan. Piştî ku tifaq xirab bû, leşkerên dewletên biyanî li ser welatê wan ji bona talankirinê, hespên xwe bezandin. Her cara ku leşkerên biyanî dihatin bi deh hezaran mirov dihatin kuştin û dîl dihatin girtin. Êrîşên talankirin, dîlgirtin û kuştinê wer kir ku gelê Kurd pişta xwe bide zanînê û pêşketinê. Dev ji bajaran berdan, hin li herêmê çiyayî bi cih dibûn û hin jî koçber dibûn. Ji Kurdên ku ji ser xakê wan dihatin koçberkirin re ji zanînê pirtir, xwarinpeydekirin û xweparastin girîng bûn.
Wê rewşa nexweş û kambax hetanî hatina Ereban ya bi navê misilmaniyê berdewan kir. Bi şerê berî niha bi hezar û pêncsed salî, êdî rûpelekî nû li dîroka Kurdan vebû. Bi dagirkirinê re asîmîlekirin, helandin û dîroka xwe jibîrkirin dest pê kir. Wê ji xwe û ji tifaqê dûrketin hetanî şerê Ereban ên navxweyî dewamkir.
Bi destpêkirina şer û pevçûnên Ereban ên ji bona hukumdariyê re, fersendeke dîrokî kete destê Kurdan. Ji heftsed û pêncî heta hezar û pêncsedî li ser welatê Kurdan hêza ti dewletan nebû. Lê pêşeng û rêberên Kurdan ne bi xweşî bûn yek û ne jî yek derket ku bi xurtî hemiyan bike yek. Li wê serdemê bi dehan dewletên biçûk û mezin ên mîna dewlata Merwaniya ya ku ji Riha heta Wanê, ya Şedadiyan ya ku ji Ezerbêcana îro heta Xoristan ji qefqasan heta başûrê Kurdistan herêmên berfireh di bin destên xwe de digirin, ava bibûn. Li wan sedsalan gelek mîrneşînên din yên ne kêmî wan jî hebûn.
Li wê demê Rusya jî li navbera kinyazan (mîran) weke Kurdistanê hatibû dabeşkirin. Her kinyaz xwe mezin dibîne û naxwazin bi yekî din re bibe yek. Îvan Groznî li civîna rêvebirên olî û kinyazên ku xwe mezin dibînin, yeko yeko ji wan dipirse, ´´tu çi yî?´´ Hemû dibêjin, ´´ez kinyazê filan herêmê me.´´ Careke din dipirse, ´´ez kî me?´´ Bersiva, ´´tu jî kinyazê herêma Moskova yî,´´ digire. Îvan Groznî li wir dibêje, ´´ez çarê hemû Rusya me (kralê hemû Rusya
me) û hûn hemû kinyazên çarîtiya min in. Yên ku çarîtiya min qebûl nakin li nav we hene?´´ Mîrên Rusya bêdilovaniya wî ya li dijî kesên ku tifaq xirab dikirin, dizanîn. Ji ber wê bêdilovanî û biryardariya wî ya şerê tifaqê, navê Îvan Vasîliyevîç, dibe Îvan Groznî. Di zimanê rusî de Groznî tê wateya bitirs, bisaw, bixof û tirsa wî ketibû dilê hemû mîran. Dizanîn heke li dijî yekgirtinê û tifaqê derkevin dê çi were serê wan. Ji tirsa yên li wir hemû çarîtiya wî dipejirînin û Îvan Groznî dibe çarê yekem yê Rusyayê. Yên ne li wir jî bi çûna Îvan Groznî ya ser herêma wan çarîtiya wî dipejirînin. Yên ku çarîtiya wî napejirînin jî ji nav têne rakirin. Gelê Rusya hê îro xwe deyndarê Îvan Groznî yê berî pênc sed salî dibîne.
Li wê serdemê ne dînemêrekî mîna Îvanê Rus ji nav Kurdan derdikeve û ne jî zaneyekî mîna Diyako yê Med derdikeve ku yekîtiya mîr û pêşengan çêke.
Îro ji her demê pirtir pêwîstiya Kurdan bi pêşengên ku berî li tifaqa bi hêzên derve ve bigerin, pêşî li tifaqa navxweyî bigerin û ji bona wê ji ti fedekariyê xwe nedin paş heye.