Hercî bire şûrî destê hîmmet 

Zebtkir ji xwe re bi mêrî dewlet 

Bê ceng û cidal û bê tehewwir 

Qet vê şixulê mekin tesewwir 

Ehmedê Xanî 


Mîr û pêşengên civaka Kurdan wer dizanîn ku heta hetayê hukumdariya xwe ya parçe parçe dê dewam bikin. Lê li salên hezar û pênc sedî, du dewletên xwedî hêzên mezin li rojava dewleta Osmanî û li rojhilat dewleta Sefawî bûn hevsinorên wan. Ji bona hukumdariya xwe berfirehtir bikin, herdu jî li qezanckirina mîrên Kurdan geriyan. Mîna siyaseta îro ya ku Tirk û Îranî li ser hêzên Kurdan dimeşînin, siyaseta wê serdemê û ya îro gelekî dişibine hevdu. Herdu dewletên dagîrker jî dixwazin hêz û partiyên Kurdan bikin hevkarên xwe. Dizanin kî Kurdan bikişînê aliyê xwe, ew dê di herêmê de bibe dewleta herî bihêz. 

Li dema berê quretî û pozbilindiya mîran nedihişt ku di bin serokatiya mîrêkî de werin ba hevdu. Mîrên xwediyê hêza herî biçûk, bi ti awayî qebul nedikirin ku serî li ber mîrekî Kurdistanê yê xwediyê hêza herî mezin biçemînin. Hemiyan bi enîya bavên xwe sond dixwarin, xwe gelekî mezin û xwedî hêz dizanîn. Heke mîr hatibana ba hevdu dikarîn ku nehêlin dewlata Osmanî nêzîkî wan bibe. Bi hêzên xwe yên leşkerî, dikarîn ku dewlata Sewafî têk bibin. Hêza leşkerî ya hin mîrekiyên weke mîrê Baban, mîrê Heskîfê, mîrê Bedlîsê, mîrê Botan û wekî din bi zîrekî û jêhatîbûna şervanên xwe, nekêmî ya leşkerên ti dewleta bûn. Mîna îro xwediyên hêzên mezin bûn. Lê ji ber ku nedixwestin serî li ber hevdu deynin û serweriya hevdu qebul bikin, yeko yeko têkçûn. Îro jî partî û hêzên Kurdan xwedî hêzên xurt in. Lê ji berdêla li hevkariya hevdu bigerin, li têkiliyên bi dewleta derve digerin. Mîrên kurdan jî wê serdemê li têkiliyên bi Osmanî û Sewafî re geriyan. Ji berdêla ku li welatê xwe otorîteyek navendî ava bikin û nehêlin ti dewlet bikevine welatê wan. Hinan bi Osmaniyan re û hinan bi Sewafiyan re têkliyên xwe çê kirin. Mezinatiya hev qebul nedikirin, lê di bin fermana Osmanî û Sewafiyan de xwîna xwe dirêjindin. Bi peymanên ku bi wan dewletan re çê dikirin, welatê xwe dispartine wan. Li ser navê wan hukumdaran ya dagirkirina welatên din şer dikirin. 

Ji ber ku rûmetê nedin hevdu, siyaseta hevdu negirtin, hevdu qebûl nekirin, ji hevdu hez nekirin, talankar û dagîrker li ser serê xwe kirin şah û padîşah. Li aliyekî xwe li hember bindestî û kolederiyê nîşan didan û li aliyê din bi împaratorên ku welatê wan weke erda xwe didîtin re hevkarî dikirin. Sedem ew bû ku ti mîran hemû Kurdistan welatê xwe nedidîtin. Kurdistana wan herêma ku di bin hukumdariya mîrekiya wan de bû. Ji bona herêma xwe dikarîn bi wan dewletan re li dijî hemû mîrên din şer bikin. 

Gelo serok û pêşengên Kurdan îro jî hemû Kurdistan welatê xwe dibînin? Ez bi xwe bawer nakim ku dibînin. Welatê wan devera ku partî û hêza wan lê hukum dikê ye. Tahl bê jî divê ez vê bêjim. Ez bawer dikim, hin hêzên Kurdan îro jî ji bona hêza xwe winda nekin, dikarin bi dewletên dagîrker re li hemberê hemû partî û hêzên din şer bikin. 

Li dema mîrekiyan, wê siyaseta hevdu neqabulkirinê, kir ku welatê xwe bi hemû dewlemendiya wî re bispêrin hêzên derve. Hev nepejrandinê wisa kir ku azadî û serxwebûna xwe winda bikin. Ji berdêla ku destên xwe bikin nav destê hevdu û bibin xwedî hêz li welatê xwe, çûne xeftanên şah û patîşahan maçkirin. Ji ber wê siyaseta şaş Kurdistan bi peymana Qesra Şêrîn bû du beş. 

Bi wê siyaseta şaş her ku çû hêza wan mîran kêm bû û ya dewletên pişta xwe dabûn wan zêde bû. Heta gehiştine hezar û heştsedî bi dehan mîrekî têkçûn û bi dehan ji hêzê ketin. Ew lawazî û têkçûn didîtin jî, dîsa yekîtiya xwe çê ne dikirin. Yeko yeko serî li ber dewletên Osmanî û Sewafî hildidan da ku careke din bigehine hêza berê. Lê ew serhildan hemû bi şikestinên trajîtî têkdiçûn. Mîr û serokên ku serî hildidan dihatine sirgûnkirin. Ew serok û serkêşên li welatê xwe qure û pozbilind, bi maçkirina heftanên neyarê xwe ji wan lêbûrîn dixwestin. Yên ku diketine ber lêbûrîn, vê carê dibûn paşa û xanên padîşah û şahên ku li dijî wan şer kiribûn. Li herêmên din yên di bin destê wan dewletan de, li dijî gelên ku dixwestin ji bin zilma wan rizgar bibin şer dikirin. 

Ji ber ku destên hevdu negirtin û nezanîn hêza xwe bikin yek û welatê xwe îdare bikin. Ji ber ku dev ji hesabên biçûk ber nedan, bi nêrîneke fireh li dinyayê û bûyeran nenêrîn, xwe negehandine armanca mezin. Îro jî heta serok û rêzan dev ji wê nexweşiyê ber nedin, Kurd dê her di bin destên biyaniyan de jana bindestiyê bikişînin. 

Pêşengên Kurdan divê zanibin ku bi siyaseta xwe spartina hêzên derve, nagehine ti azadî û serxwebûnan. Bi baweriya ku dagîrkerên kurdistanê dê bibin dostên wan, ti serkeftinên mezin bi dest naxin.