“Emma ji ezel Xwedê wisa kir
Ev rûm û ecem li ser me rakir
Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye şa‘ir û feqîran”
Seydayê mezin, zaneyê netewî Ehmedê Xanî li serdema ku Kurdîstan di navbera Osmanî û Sefawiyan de bû du beş, hawara xwe digehande serkêş û rêberên wê rojê. Mîr û emîr vedixwendine helewesta yêkîtî û namûsgêriyê ku tifaqa xwe çêbikin û welatê xwe rizgar bikin. Îro jî zane û dilsoz dikin hawar da ku serok û serkêşên civatê bêne ba hav û çareyekê ji tifaqê re bibînin. Heke newin gel hev û vê fersendê winda bikin, divê zanibin ku tawanê gel û şervanan nîne. Hemû tawan di stûyê kesên ku xwe pêşeng dibînin de ye.
Gelê Kurdistanê îro ji dil û can dixwaze kesên weke Diyako yê Med zana, dadwer, bihêz û xwedî bawerî bibîne. Hêvî û xeyala pêşengên ku karibin hêza tevger û partiyan nêzîk hev bikin û tifaqê çê bikin, dike. Ev gel li pêşengên ku karibin giyan û mêjiyên di nav qirêja bindestiyê de ronî bikin, digere. Gel dizane pêwîstî bi pêşengên ku guh nedin Beko Ewanên tifaqê xirab dikin heye.
Ji ber ku gel vebûna deriyê azadî û rizgariyê dibîne, zarokên xwe yên herî hêja qurban dide. Bi saya wan pakrewanan hişiyariya netewî di nav gel de bi pêşketiye. Dîsa bi saya wan lehengan gelek welat û dewletan deriyê xwe ji dîplomasiya Kurdan re vekirin. Kurd îro ne bêçare ne ku bi kujerên xwe re hevkariyê bikin û ji bona li dijî partiyeke Kurdan xwe bihêz bikin li tifaqa bi neyaran re bigerin.
Li vê dema ku Kurdistan ber bi rizgariyê ve diçe û gel ji her demê bêhtir nêzîkî azadiyê bûye, neyar jî bi hemû hêz û îmkanên xwe dixwazin rê li ber vê pêşveçûnê bigirin. Dîsa dixwazin bi destên hin serok û serkêşên Kurdan deriyê li ber rizgariyê vebûyî bigirin.
Divê hemû kesên xwedan wijdan û welatperwer bi yek dengî bang bikin û bêjin ”yên ku tifaqê xirab bikin, ne ji me ne û bêjî ne”. Bêjin, “ew çeka ku berê wê li zarokên kurdan vegere çeka neyara ye. Heke ne çeka neyar be, ew çek li hember cangoriyê rizgariyê nateqe.”
Lê divê ev yek jî were zanîn, hemû gelên ku di dîrokê de serbixwe bûne û piştî serxwebûna xwe windakirinê pir zehmetî kişandine heta ku ji nû ve tifaqa xwe çêkirine. Tifaqa bi hev re karkirinê ji bona wan hertim bûye karê herî zehmet. Ji ber ku dema ew ji nû ve dixwazin navê xwe li rûpelên dîrokê binivîsin, dilnexwazên wan ji bona pêşî li wan bigirin, her tiştî dikin.
Ev dewletên ku Kurdistan di nav xwe de parve kirin jî, hemû derfetên xwe ji bona kûrkirina nakokîyên di navbera Kurdan de bikar tînin. Ev sîyaset bi sedên salan e ku tê bikaranîn. Heta roja îro hêzbûna xwe di bêtifaqiya Kurdan de dîtine. Ji bona tifaqa wan xirab bikin her tiştî dikin û dê bikin jî. Ji demeke gelek dirêj ve ye ku neyar bi hest û nêrînên Kurdan dileyîze. Ewqasî zêde bi wan lîstine, karê herî zehmet bûye tifaqa bi hev re karkirinê.
Îro hin kesên ku li behaneyan ji bêtifaqiyê re digerin, dibêjin ku Tirkiyê ji bona serxwebûna Kurdistanê (başûrê Kurdistanê) amade ye. Ev dereweke pir mezin e, divê ti kes ji vê bawer nekin. Bi mebesta ku Kurdan bixapînin û berê çekên wan bidine hevûdu wisa dibêjin. Hin Beko Ewanên ku nanê xwe ji nakokiyên partiyan dixwin jî, dibêjin, “Tirkiye hazir e serxwebûna Kurdistanê nas bike. Bila pêşî serxwebûn were beyankirin û piştre kongera netewî were komkirin.” Bi wê derewê dixwazin ku Kurdên xewn û xeyalên serxwebûnê dibînin, bixapînin. Tirkiye ne îro û ne ti wextan li ti beşên Kurdistanê nebûye dost, her demê bûye dijminekî pir bi tahlûke. De îcer dê çawa li başûr Kurdistaneke serbixwe nas bike? Ji serdema Osmanî û heta hukûmeta AKPê dijminekî pir bi dek û dolab e, ev dewlet. Heke ji destê dewleta Tirk û hukûmeta AKP werê, ne naskirina serxwebûna Kurdistanê, dê federasyona li başûr heye jî xera bikin.
Rêveberên dewleta Tirk ji bona ku Kurd nebin xwedî mafekî herî biçûk, bi hemû hêza xwe li hemberî wan şer dikin û li herderê li dijî wan dixebitin. Vê aşkere dibêjin û da nehelin du
bajarên Kurdan (Efrîn û Minbic) bigehin hev, rojavayê Kurdistanê dagîrkirin. Pêşveçûna kurdan ji xwe re ji Daîşê tahlûketir dibînin û vê venaşêrin. Ji ber ku hevalbendên wan ên kevn ji partiya(PYD) ku serkêşiya rizgariyê dike re nabêjin terorîst û alîkariya Kurdan li dijî Daîşê dikin, xwe dixeyîdînin.
Weke tê zanîn van dewletan (Emerîka û dewletên din yên rojava) bi salan alîkariya wan kirin û bi alîkariya ku ji wan dewletan digirtin Kurd dikuştin. Lê îro ji ber ku têkiliyan bi Kurdan re çêdikin, Tirk têkiliya xwe bi wan ra xera dikin.
Divê Kurd vê yekê fêm bikin û bi derewên serokê dewleta Tirk Erdogan nexapin. Heta ku Erdogan li beşên din dijminê Kurdan ê herî xedar be, heta li welatê xwe hebûna kurdan qebûl neke û bibêje “yek milet, yek al, yek welat, yek ziman” dê li ti beşan nebe dost û nabe piştevanê serxwebûna Kurdistanê.