
Ji Cejna Qurbanê ve komên çete yên bi navên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û Tugaya Nûrdîn El-Zengî êrişî taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên Kurd in, dikin. Erişên komên çete hê jî berdewam dikin, hêzên YPG/YPJ’ê bersiva êrişan didin û hemû pêkhateyên taxê diparêzin.
Şêxmeqsûd a li bakurê Helebê yek ji mezintirîn taxên bajêr e, her wiha cihê taxê ji hemû taxên din Helebê bilintir e. Ji ber mezinbûna taxê Şexmeqsûd li ser 3 beşan (Şerqî, Xerbî û Marûf) hatiye dabeşkirin. Ji ber cihê taxa Şêxmeqsûd bilind e, li ser taxên Şêxtaha, Mîdan, Suryan û Silêman Helebî yên di bin kontrola hêzên rêjîmê, her wiha hakimiyeta Şêxmeqssûd li ser taxên Bustan Paşa, Hulik, Biêdîn, Şêx Faris û Şêx Xidir, Heyderiyê, Çerxereya Cendûl û rêya Kastîlo ku wekî rêya Balafirgeha Helebê tê naskirin, serwer e. Ji ber vî cihê stratekjîk ê taxê ji destpêka şoreşa gel ve komên çete û hêzên rêjîmê dixwestin taxê dagir bikin. Lê her dem hêzên YPG, YPJ û Asayîşê bersiva hemû êrişan dan û parastina taxê kirin.
Meclîsa Gel a Hevbeş bi rê ve dibe
Bi êrişên komên çete û hêzên rêjîmê ve hezaran koçberên taxên din ên Helebê li Şêxmeqsûd bicih bûn û li wir beşdarî sîstema hevbeş a rêveberiya taxê bûne. Tax ji aliyê Meclîsa Gel a Hevbeş ku hemû pêkhate cihê xwe tê de digirin, tê birêvebirin û her dem rêveberiya taxê û hêzên wê yên parastinê xwe li gorî sîstema xeta sêyemîn birêxistin kirin. Rêveberiya taxê ji destpêka aloziya Sûriyeyê û heta niha xeteke bi rêk û pêk esas girt. Berpirsyarên taxê û hêzên parastinê ji bo peydakirina pêdiviyên taxê bi hemû hêzên derdora taxê re, di nava têkiliyan de ne, di heman demê de jî bersiva hemû êrişan têne kirin. Di hindirê taxê de jî Meclîs û komîteyên rêveberiyê hatine avakirin û gel hemû pirsgirêkên xwe yên heyî di rêya civîn û hevdîtinan de çareser dike.
Plana dewleta Tirk û El-Nusra têk çû
Di demên dawî de û bi taybet piştî ku hêzên YPG’ê bi hêzên Artêşa Azad li Girê Spî û deverên din lihev kirin û Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat ava kirin, gavên mezin hatin avêtin û herêmeke berfireh ji çeteyan hat rizgarkirin. Ji ber vê yekê Tirkiye û komên çete yên El-Nusra dest bi tevgerên nû yên pîlangeriyê kirin. Destpêkê Tirkiye xwest li ser herêma Ezazê hin siyasetan bimeşîne û herêmeke tampon xist rojeva xwe. Li vir pîlana wan û El-Nusra têk çû. Di heman demê de hêzên Cebet El-Ekrad û Şems El-Şemal bi gelek tabûrên Artêşa Azad re yekîtiya xwe ava kirin û hêza bi navê Artêşa Şoreşgeran ragîhandin. Artêşa Şorşgeran rizgarkirina gelek herêmên Sûriye kirine armanca xwe. Bi hezaran ciwanên ji hemû pêkhetan cihê xwe di nava Artêşa Şoreşgeran de digrin.
Tirkiye ji hevkariya hêzên demokratîk ditirse
Tirkiye ku hemû pîlanên wê yên li herêmê têk diçin, niha di nava wê tirsê de ye ku hêzên demokratîk ên Helebê bigihêjin hev û yekîtiya xwe ava bikin. Tirkiye û hevkarên wê wekî El-Nusra, Ehrar El-Şam, tabûrên El-Sultan Murad û Tûgaya Nûreddîn El-Zengî naxwazin hêzên demokratîk di nav xwe de yekîtiyê ava bikin. Wan bi çavên xwe dîtin çawa li Girê Spî hêzên demokratîk Odeya Çalakiyên Hevbeş a bi navê Burkan El-Firat ava kirin. Ew niha jî bi hemû hêza xwe ji bo ev yek li herêmên Helebê û Babê pêk neyên, pîlanan dikin, êrişên wan ên niha jî di wê çarçoveyê de têne meşandin. Serî li hemû rêbazên kirêt didin û rojane îdayên ne rast di nava civaka taxa Şêxmeqsûd de belav dikin, tiştên ji rastiyê dûr dibêjin û gelek kes ji bo belavkirina van derewan erkdar kirine. Li vir naxwazin yekîtiya hemû pêkhateyan ku niha Şêxmeqsûd mînaka wê ye, ava bikin. Li dijî wê ne ku sîstema Şêxmeqsûd li Babê û gelek taxên Helebê pêk were. Pîlanên xwe dikin, dilîzin û bê navber dixwazin nakokiyan di nava civakê de derdixînin. Bi vê yekê şerê gelê herêmê dikin. Bi gotineke din Şêxmeqûd û sîstema wê ne li gorî xewnên wan ên desthildariyê li Helebê ye.
Wê êrişên xwe zêde bikin
Niha jî û piştî civîna Meclîsa Giştî ku hate lidarxistin, ji daxuyaniyên Serokên Amerîka,Rûsya û Îranê kêm be jî hin xalên derbarê Sûriyeyê de diyar bûne. Ji daneyên hatine diyarkirin xuya dike wê Sûriyeyê wekî 3 herêman bê birêvebirin. Şam, Lazqiyê, Tertûs, Humis û hin bajarên din wê di bin serweiya rêjîmê de bimînin. Rûsya û Îran bi hemû hêza xwe wê piştgiriyê bidin û parastina wê bikin. Li aliyê din jî hêzên YPG/YPJ’ê û hêzên demokratîk dê yekîtiya xwe xurtir bikin û herêmên girtine û hin herêmên din ên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de rizgar bikin û herêma xwe birêve bibin. Herêma sêyemîn jî wê herêmên di navbera her dû herêman de wekî Dêra Zorê û hin deverên din jî wekî herêma Erebên Sunî bêne binavkirin. Her sê herêm dibe ku li gorî hin rêgazan di nava Sûriyeya yekbûyî de cihê xwe bigirin.
Li gorî vê yekê dê Tirkiye û alîgirên wê ji Sûriyeyê bêpar bimînin, niha jî êrişên wan ên li dijî Şêxmeqsûd di wê çarçoveyê de têne meşandin. Tirkiye û El-Nusra ku hemû pîlanên wan têk diçin naxwazin hêzên YPG’ê li herêmên Helebê hebin û wê hewl bidin li vir hemû têkçûnên xwe veşêrin û ji xwe re serkefinên nû çêbikin.
Çareserî çi ye?
Li gorî geşedanan û ji ezmûnên şoreşa Sûriyeyê bi giştî û Şoreşa Rojava bi taybet, dê hemû pîlan bi ked û berxwedana hemû pêkhateyên Şêxmeqsûd têk biçin û dê bloka rizgarî û demokratiyê bê avakirin. Peymana di navbera hêzên YPG’ê û Odeya Çalakiyên Rizgarkirina Helebê tevî temenê wê yê kurt biser neket, lê ew gavek ji hewldanên di çarçoveya gera li çareseriyê de ye. Niha biser neket bêguman dê careke din biser keve. Di vir de ez dixwazim bibêjim ku Girê Spî û serkeftina wê dê li Heleb û Reqqayê jî biser bikeve, wê projeya civaka demokratîk di nava hemû civaka Sûriyeyê de geş bibe, ji ber ku her kesî fam kiriye, tekane rêya xelasiyê hevkarî ye.
Niha jî tişta ji gelê Rojava tê xwestin bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin gelê Şêxmeqsûd û wê taxê wekî bajarekî Rojava bigirin.
DILYAR CEZÎRÎ/ANHA/HELEB
YPG: Aliyê din agirbest binpê kir
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê diyar kir agirbest ji alî Odeya Çalakiyan a Rizgarkirina Helebê ve hatiye binpêkirin û tu xalên hevpeymanê bi cîh neanîne.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê û Odeya Çalakiyan a Rizgarkirina Helebê li ser agirbestekê li hev kirin. Hevpeyaman ku di navbera wan de hatiye kirin ji 7 xalan pêk dihat û tê de dihat gotin ku hemû êrişên li dijî taxa Şêxmeqsûd dê werin rawestandin û çeteyên El-Nusra û Tûgaya Sultan Murad bi temamî ji derdora taxê wê vekişin.
Lê doh ev hevpeyman ji aliyê Odeya Çalakiyan a Rizgarkirina Helebê ve hat binpêkirin û taxa Şêxmeqsûd careke din rastî topbaran hat û heta niha jî topbaran didome.
‘Me erka xe bi cîh anî’
Derbarê binpêkirina agirbestê de YPG’ê di malpera xwe ya înternetê de daxuyanek weşad, daxuyanî bi vî rengî ye: “ Yekîneyên me agirbest derbas bin pê nekiriye, berovajî vê yekê em bi hemû xalên hevpeymanê girêdayî ne û pêk tînin, lê aliyê din agirbest binpê kir û xalên wê bicih neanî, herî dawî jî tax dan ber topan û heta niha jî topbaran didome.
Aliyê din ê agirbestê ji şevê din ve piştî ku agirbest hate ragihandin, taxê topbaran kir, pêr jî bi heman şêwazî ev rewş dewam kir û dîsa topbaran kirin. Di encamê de bi dehan welatiyên sivîl birîndar bûne. Rêya Kastîlo vekiriye, lê rêya ku diçe taxê ji aliyê din ve girtiye.
Cebhet El-Nusra û komên alîgirên wê li benda kontrolê ya li ser rêya Kastîlo 20 welatiyên sivîl ên taxê revandin. Divê her kes vê zanibe ku di navbera me û hêzên rêjîmê de tu korîdor tune ne û hemû rêyên taxê girtî ne.”