Qeyrana siyasî didome
Weke Tevgera Goran partiyên Îslamî Yekgirtû û Komala jî hêjmara kursiyên xwe yên parlementoyê zêdekirin û ew jî di avakirina hukumetê de aliyek xurt tên dîtin. PDK û YNK nikarin weke her carê hukumetê di nava xwe de parvebikin. Di avakirina hukumetê de ji ber kû alî li hevnayên ji çar mehan zêdetire qeyrana avakirina hukumetê li Herêmê didome û ev yek rê li ber qeyrana siyasî, aborî û dîplomasî a Herêma Kurdistanê vekiriye.
Hikûmetê ava bikin!
Têkildarî avanabûna hikumetê nerazîbûnên aliyên siyasî û rêxistinên civakî li Hêrêma Kurdistanê didomin. Bi vê boneyê Partiya Çareseriya Demokrat a Kurdistanê PÇKD ji bo zextê li ser partiyên siyasî yên kû cihê xwe de parlementoyê de digrin çêbike, wê 8'ê Sibatê li ber Parlementoya Herêma Kurdistanê çalakiyekê li darbixe. Têkildarî çalakiya ku di pêşengiya PÇDK'ê de bê li darxistin Endamê Meclîsa PÇDK'ê Şakir Mistefa (Mam Hejar) agahî dan DİHA'ê.
Mûçe nayên dayîn
Mistefa got:"Avanebûna hikumetê û hilnebijartina serokê parlementoyê sedemê xwe ji pêşbirka di navbera partiyan de digre. Ji ber ku her partiyek dixwaze hukumetê li gorî berjewendiyên xwe ava bike û şikil bide siyaseta Herêmê. Ji ber avanabûna hukumetê pare di bankayên Herêma Kurdistanê de nemaye, lewra nêzî du mehe karmend û karkerên Herêmê mûçeyên xwe wernegirtiye. Ev jî bandorek neyênî li civakê dike. Bi taybet pêşmerge, polîs, karmend, karkeran pêwîstiya wan bi mûçe heye. Herwisa ji % 25'ê kesên ku mûçe wernegirtine di malên bi kirê de dijîn. Lewra avanekirina hukumeta wê li herêmê roj bi roj rê li tiştên ne baş vebike."
Dawî li qeyranê bînin
Mistefa têkildarî çalakiya PÇDK' a ku wê di 8'ê Sibatê de li ber avahiya Parlementoya Herêma Kurdistanê bê lidarxistin wiha got: "Em weke PÇDK´ê ji bo zextê li partiyên di avakirina hukumetê de bikin çalakiyek li dardixîn. Çalaki wê li ber Parlementoyê 8'ê Sibatê de bê lidarxistin. Emê bixwazin ku xebatên xwe yên avakirina hikûmetê bilezbixin û demek ji ya din zûtir dawî li vê qeyranê bînin."
Nerazîbûna gel pêwîste
Mistefa axaftina xwe wiha bidawî kir: "Eger em li hember vê qeyrana siyasî hertim bêdeng bimînin tu car alozî bidawî nabe. Ji ber vê me pêwîstî bi vê çalakiyê dît. Em dixwazîn partiyên ku di parlementoyê de cihê xwe digrin di avakirina hikûmetê de berjewendiyên gelê Kurd esas bigrin û di vê çarçoveyê de xebatên avakirina hukumetê bidin rêvebirin."
DÎHA/HEWLÊR