Sala çûyî di hevpeyvînekê de, jineke Ereb a ji Rojavayê Kurdistanê digot, “em rêxistinîbûnê û di nava jiyanê de xwedîîradebûnê ji jinên Kurd fêr dibin û êdî em jî ji malê derdikevin, di nava jiyana civakî de hê zêde xuya dibin û îtîbarê dibînin...“

Jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya li hemberî hovîtiya DAÎŞ’ê jî, ji hêla raya giştî ya cîhanî ve hatin naskirin. Helbet; gernasî û lehengiya wan bi berxwedana Rojava re dest pê nekir. Di dîrokê de jî bahsa jinên Kurd pirr tê kirin; rola wan a di nava jiyana civakî de bala seyah û mîsyonerên ku li Kurdistanê geriyane, kişandiye.

Di 19. sedsalê de Fata Reş a Mereşî, di berxwedana Dêrsimê (1937-389 de Zarîfe Xanim a hevjîna Alîşêr û ji Leyla Qasim a Başûrî heta Sakîne Cansiz (Sara) û jinên din ên têkoşêr ên di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdî de; bi lehengiya xwe bandor li ser şikestina çarenûsa Kurdan a kole û bindest kirine, ji bo jiyaneke azad û bi rûmet pêşengiya civakê kirine û dikin.

Jinên Kurd ne tenê qedera Kurdan, herwiha qedera xelkên li Rojhilata Navîn giştan diguherin; çavên wan vedikin; dil û hişê wan bi nirxên azadiyê ronî dikin, rêya aştî û aramiyê nîşan didin. Ji ber vê yekê jî bala xelkan dikişînin û dijminên nirxên mirovahiyê ditirsînin û ji hêla wan ve tên hedefgirtin.

Îro li Bakûrê Kurdistanê li hemberî rejîma dijkurd a Tirk, têkoşîna jinên Kurd xwe dide pêş û zêdetirîn ew şehîd dikevin. Arteşa Tirk û hêzên asayişê bi tankan li xaniyan didin, bi rastî kê tên; jin, zarok, kal û pîr herkesî dikûjin. Hê jî termên bi dehan şehîdan li kolanan li erdê mane, hêzên dewletê nahêlin ku xelk cenazeyên xwe rake.

Gorî daneyên saziyên sivîl; di nava pênc an şeş mehên dawî de nivî jê jin û zarok, dora 300 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hêrî dawî jî li Sîlopyayê Endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr û jinên aktîvîst Fatma Uyar û Pakîze Nayir ji hêla hêzên dewletê ve hatin kuştin. 

Li hember van pêşketinan jinên Kurd dev ji israra xwe ya têkoşînê ber nadin. Kongreya Jinên Azad (KJA) li ser şehadeta sê jinan aşkere kiriye ku “jinên Kurd li hemberî zilmê şînê nagirin, serî radikin!..“ Îro di şoreşa Kurdistanê de, jin rolekî wek pêşengtiya xemilandina jiyanê bi nirxên azadiyê dilîzin.

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk, li gel têkoşîna jinan, dîmenên zarokên Kurd jî pirr derdikeve pêş û ji sê mehî heta 15-16 salî, zarokên Kurd gişt dibin hedefa êrîşên hovane yên hêzên dewletê. Di nava çend mehên vê dawiyê de ji 50’yî zêdetir zarok ji hêla rejîma Tirk ve hatine kuştin. Wer xuya ye ku polîtîzebûna zarokên Kurd, dewleta Tirk pirr ditirsîne û ew jî wekî ku “serê mar di çêlikî de diperçiqînin“ zarokan dikujin…

Dewlet bir her awayî polîtîkaya qirkirinê li dijî Kurdan bi rê ve dibe; dixwaze vîn û hêza Kurdan a rêxistinîbûyî ji holê rake. Rêveberiya rejîma Tirk xwe teslîmî hêzên serdest ên cîhanî kiriye û bi hêza ku ji bêdengiya wan distîne, zilmê li ser Kurdan re vedireşîne…

Him ji bo Kurdan û him jî ji bo dewleta Tirk ev şerê dawiyê ye. Kurd nirxên mirovahiyê, aştî, wekhevî, azadî û demokrasiyê diparêzin, lê dewleta Tirk temsiliyeta nirxên dijînsanî, zilm û hovîtiyê dike. Kê wê bi serkeve, ew ê bandorê li ser jiyana herêmê jî bike; yanî an azadî an li herêmê her koletî, şer û mirin…

Wekî tê zanîn; rewşa jin û zarokên xelkekî, kalîteya wê civakê jî dide der. Jinên Kurd ên xwedî hişmendiya azadî û serbilindiyê û zarokên Kurd ên di nava ’lîstika şer’ de dijminê xelkê xwe û dijminê mirovahiyê nas dikin; pêşengên jiyan û siberojeke azad û serbilind in. Ew him dersa têkoşînê didin û him jî tovên azadî û serbilindiyê diçînin; ji bo Kurdan û ji bo tevahiya mirovahiyê…