Rojnamevana El-Anê Jenan Moussa derxist holê ku DAIŞ´iya bi navê Omaima Abdi, piştî têkçûna DAIŞ´ê vegeriyaye bajarê Elmanyayê Hamburgê, û weke ku tiştek neqewimîbe, dijî. Ew îsbat dike ku haya rayedarên Elman jê hebûye ku ew çûye Sûrî.

Ji Elmanyayê gelek kesan xwe gihand çeteya DAIŞ´ê li Sûriyê û Iraqê. Van kesan li dijî xelkên Sûrî, Iraq û Kurdistanê gelek sûc û gunehên mezin kirin. Lê kêm ji wan ên ku vegeriyan Elmanyayê ji bo van sûcên xwe ketin ber lêkolînekê. DAIŞ´iya bi navê Omaima Abdi yek ji van e ku piştî çû kete nav DAIŞ´ê dîsa vegeriya Hamburgê.

Hefteya bihurî doza jineke endama DAIŞ´ê ya ji bajarê Loehne tevlî çeteya DAIŞ´ê bû ya bi navê Jennifer W. hebû. Ev doza hanê bi temamî tesadufî, gava ku Jennifer W. dixwest vegere Sûrî, di erebeyekê de ku lê dihat guhdarîkirin, behsa sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê kir, dest pê kir. Lê yên ku neketine ber tesadufan weke ku tiştek nebûbe, weke ku wan ti sûc li dijî mirovahiyê nekiribe, li Elmanyayê dimînin. Yek ji van jî Omaima Abdi e, jina Deso Dogg ê repvan ê ji Berlînê ku di nava DAIŞ´ê de bû û di şer de hat kuştin.

Rojnamevana kanala televizyonê El-Anê, Jenan Moussa piştî rizgarkirina Reqayê, li nava belge û delîlên ji DAIŞ´ê mayî geriyabû û gelek belge eşkere kiribûn. Niha jî wê naveroka telefoneke destan a jina bi navê Omaima Abdi bi dest xistiye. Gava ku ew li naverokê dinihêre, pê dihise ku ev telefon ya DAIŞ´iyeke ji bajarê Elmanyayê Hamburgê ye. Jenan Moussa pêr li ser bûyerê bernameyeke 20 deqîqeyan amade kir û bi nûçegihaniya xwe ya gelekî serketî, derxist holê ku Omaima Abdi vegeriyaye Hamburgê û weke ku ti tişt neqewimîbe jiyana xwe dewam dike. û tercûmaniyê dike. Bi ser de jî ew îsbat dike ku Elmanya pê dizane ku ew çûye Sûrî. Agahiyên ku ji vê nûçegihaniya taybet derketin holê, me ji we re li jêr berhev kirin.   

DAIŞ´iya çekdar bû niha li Hamburgê ye

Oamima Abdi ya ji Hamburgê, li Sûriyê telefona xwe ya destan winda dike. Rojnamevan Omaima Abdi jî naveroka wê telefonê hemû bi dest xist. Têde bi hezaran wêne hene ku tê de Omaima bi xwe jî xuya dike ku sîlehek pê re heye. Wekî din zaroka wê ya bi sîleh, mêrê wê Deso Dogg ê çete jî çekdar e.

Jenan Moussa dibêje, wê xwestiye vê nûçeyê çêke, ji ber ku gava rojnamevanên rojavayî bi jinên DAIŞ´ê yên bî re dipeyivin, ew ji xwe re çîroka xwe dibêjin, û rojnamevan nikarin hîç tiştekî kontrol bikin. Ji bo vê yekê şensê Omaima Abdi ya endama çeteya DAIŞ´ê wê nebûye, lewma di destê Jenan Moussa de bê sansûr tevahiya naveroka telefona wê hebûye.

24 hezar û 634 belge

Belge û agahiyên di telefona Omaima Abdi de 36 GB mezin in û bi giştî 24 hezar û 634 belge ne. Jenan Moussa dide zanîn ku ji wêne û agahiyan wê malperek jî amadekiriye ku wê didemeke kurt de biwşeîne.

Jenan dibêje, piştî ku wê li naveroka belgeyan nihêrî, çend hefteyan dewam kir, heta ku wê tê derxist ku xwediya telefonê biyeke DAIŞ´î ye ya Elman-Tûnisî ye. Hizra wê ya pêşî ew bû ku ew hatibe kuştin li Sûrî; lê di demeke kurt de bi wan pêjnên ku hîna li Hamburgê dijî şok dibe.

Dewleta Elman pê dizanî

Piştî ku êdî pê dihise, gelekî muhtemel e ku Omaima Abdi nemiriye û ji nû ve vegeriyaye Elmanyayê, Jenan Moussa jî berê xwe dide Hamburgê. Di nava belgeyên di telefona wê de çend navnîşan jî hebûne. Jenan yek bi yek diçe wan û dibîne ku li yekê ji wan navnîşanan ew êdî ji nû ve dijî.

Di nava belgeyên di telefona wê de jî yek heye ku îsbat dike, ji 10´ê Adara 2015´an ve haya rayedarên Elman heye ku Omaima Abdi çûye Sûrî; lewma li wir rayedarên alîkariya debarê ya civakî ya Elmanyayê dibêjin, ew alîkariya debarê ji bo Omaima Abdi qut dikin, ji ber ku ew çûye Sûrî.

Omaima Abdi di wêneyan de eşkere rahiştiye sîlehê, sîleh daye destê zaroka xwe û mêrê wê jî yek ji navdartirîn endamên çeteya DAIŞ´ê Deso Degg e. Tevî hebûna van delîlan û tevî ku rayedarên Elman pê dizanin Omaima Abdi vegeriya Hamburgê û weke ku tiştek neqewimîbe, dijî. Mirov ji xwe dipirse ka gelo divê bi tesadufeke çawa ev endama çeteya DAIŞ´ê li sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê mikur bê, heta ku bê dadgehkirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN