
Elie Faure ku li ser sînemayê bi awayekî felsefîk ramiyaye û sînemayê wekî qadeke felsefeyê bi nav dike wiha dibêje; “Di dawiya dawîn de sînema, di rewşeke ku civak ji kûrahî ve vediguhere/diguhere de dixwaze dîroka xwe pêk bîne.” Her çikas hîn serdest sînemayê xistibin bin tekela xwe û ew ji felsefeyê û ji gotinên nû qut kiribin jî sînema xwe bi teşeyên nû careke din hûnandiye û di her veguherînên civakî de ji xwe re cihokekê dîtiye û di wê cihokê de herikiye. Ji lewre sînema di her qeyranên civakî de dixwaze dîroka xwe pêk bîne. Dixwaze xwîna xwe nû bike! Gava mirov li dîroka sînemayê dinêre mirov van hewldanên sînemayê çêtir dibîne.
Di salên 1930’yî de li Fransayê “Rêalisme Poêtique-Sînemaya Helbestane-Helbestkî”, piştî qeyrana mezin a aboriyê derket holê. Di nav aloziya civakî û siyasî de ev bizav xwe nîşan da û pirsgirêkên çîna kedkar ji xwe re kir mijar; neçarî, şikestin û xemgîniya wan bi zimanekî helbestane anî ziman.
Dîsa di salên 1940’î de piştî şerê duyemîn yê parvekirinê, li Îtalyayê bizava sînemayê ya bi navê “Neorealismo-Rasteqîniya Nû” dengê xwe li cîhanê belav kir û ala sînemayê careke din ji serdestan stand. Neorealismo, li hemberî faşîzma Mussolînî û fîlmên wan yên ku mirov dejenere dikirin û di xew re dibirin bertekek mezin bû û bi derb bû! Neorealismo kamerayan derxist derve û rastiya civakê ya nû nîşan da. Faşîzma Mussolînî her tiştî serobino kiribû û hemû nirx hatibûn bin pê kirin. Neorealîsmo bû çav, deng û qelbê civakên dilşikestî. Bandora xwe li her aliyên cîhanê da nîşandan.
Piştî van her du bizavan di salên 1960’î de sînema careke din xwe nû kir û bi bizaveke nûtir derket holê. Li Fransayê çend kesên sînemager ku di heman demê de rexnegirên sînemayê jî bûn, hemû rêgez û formên klasîk ên sînemayê red kirin û “La Nouvelle Vague-Pêla Nû” derxistin pêş. Pêla Nû, di bin bandora Sînemaya Helbestane û Rasteqîniya Nû de ma bû. Ji berteka wan hêz girtibûn û bi vî awayî gelek fîlmên xwerû kişandin ev kes. Her fîlmên wan ji bo sînemayê manîfestoyên nû bûn.
Kamera berê xwe nadin gel
Pêla Nû, berê sînemayê carek din da felsefeyê û xwest ku carek din li ser sînemayê bê ramîn. Di salên 1968’an de jî li Arjantînê kesên wekî Fernando Solanas û Octavio Getino di nav şert û mercên dijwar de bi rêxistinên xwendekaran û çend saziyên sivîl re têkiliyên xwe geş kirin û di dawiya van têkiliyan de fîlmekî bêhempa yê bi navê “La Hora De Los Hornos-Dema Firûnên Har” derxistin holê. Ev fîlm fîlmekî hevpar bû û bi keda gelek kesan derketibû holê. Gelê Latîn Amerîkayê bi saya vî fîlmê rûyê kolonyalîzmê yê reş û kirêt çêtir nas kirin. Nîqaş, nêrîn û rexneyên giranbuha gerandin li ser vî fîlmî. Ev fîlm hişyarbûnek bû ji bo wan. Bêguman mirov dikare gelek mînakên din jî bide ji bo bizav û pêlên sînemayê. Lê ez bawerim ev her çar bizav ango mînak besî me ne.
Îro jî gelê Kurd dîroka xwe bi xwîna xwe neqş dike lê sînema û kamerayên me çima ewqas bêdeng in? Sînema, îro di rastiya Kurdistanê de dikara bi teşeyên nû, gotinên dîrokî ji bo sînemayê biafirîne. Mirov dikare kamerayên xwe bi çavên dij-kolonyalîst bi rêxistin bike û ji kûrahiya civakê berhemên baş û serkeftî derxe holê. Liv û tevgereke civakî heye li her deverê Kurdistanê, her wiha berxwedaneke bêhempa heye. Kameraya ku nikaribe vê berxwedenê bikişîne kamerayeke kor û bê sinc e! Kameraya ku nikaribe rûyê faşîzma Tirkiyeyê nîşan bide der-hunerî ye! Sînemaya ku nikaribe vê heqîqetê vebêje sînemayeke seqet û kêm e! Estetîka herî mezin berxwedan e. Em dikarin berxwedana estetîkê ya li ser rûyê vê xakê, bi rêya sînemayê û hêza dîtbariyê nîşanî cîhanê bidin.
Sedema derneketina bizava sînemayê
Heger îro mirov bûyerên ku li Kurdistanê diqewimin baş bixwîne wê çaxê mirov gotina Faure baştir fahm bike. Çima bizaveke sînemayê ji vê axê dernekeve? Sînemager li benda çi ne? Çima em kamerayan ji bo pêşeroja xwe wekî kamera-bîr naxebitînin? Heger em ruhê van pêvçûnan baş nexwînin ew ê her tişt wekî xeyalan li ber çavên me derbas bibin û winda bibin herin. Em ê ji bîr bikin û jibîrkirin îxanet e! Divê sînemager berpirsyariya xwe ya dîrokî bînin cih û bikevin nav lêgerînekê. Di rewşa îro de civaka me ji kûrahî de vediguhere, çima em jî sînemayê bi teşeyên nû venaguherînin, gotinên nû lê zêde nakin, çima em niqaşên nû pêşnaxin; derd, êş û doza xwe bi kamerayê dernabirin? Ev lêgerîn îro pir pêwîst e û ji bo Kurdistanê çarenîn e!
Alain Badiou, gava qala sînemayê dike wiha dibêje; “Di naveroka sînemayê de tiştekî bêdawî heye. Bêdawîtî…sînema dîroka avakirina vê bêdawîtiyê ye…” Em Kurd çima nebin parçeyekî vê dîrokê. Di vê bêdawîtiyê de çima em qîrînên xwe bilind nakin?
Heqîqeta îro ku li Kurdistanê tê jiyîn li benda tomarkirinê ye…
ARDÎN DÎREN
Eleqeya ji bo ‘Notên Îmraliyê’
Weşanxaneya Mezopotamyayê, notên hevdîtinê yên li Îmraliyê di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û heyeta DBP-HDP’ê de hatin kirin, projeyên aştiyê û pêşniyarên aliyê Kurd di bin navê ‘Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad (Notên Îmraliyê)’ de kir pirtûk û pêşkêşî xwendevanan kir.
Pirtûka li Ewropayê hat weşandin, ji bo pirsa “Li Girtîgeha Îmraliyê li ser çi hatiye axaftin?” wekî bersivekê ye.
Çend ji xalên ji beşa yekemîn a pirtûkê bi vî rengî ye: “Me ev pêvajo amade kir (18’ê adara 2013), Asayîbûn vehewandina hemû pêkhateyên KCK’ê ye (7’ê hezîrana 2013), Bi vekirina kilîdên tarîtiyê re ez dimeşim (17’ê tebaxa 2013), Ger tifaqa dij bi Kurd bidome wê şer ji ber xwe ve rû bide (9’ê mijdara 2013), Em bi çanda biratiya dîrokî nêzî ermeniyan dibin (11’ê çileya 2014), Em Erdogan ê otorîter û feraseta AKP’ê ya hegemonîk qebûl nakin (1’ê hezîrana 2014), Muzakere tê wateya qanûnîkirina hemû mafên welatiyan e (26’ê hezîrana 2014), Siyaset pêşdîtin e (15’ê tebaxa 2015).”
Ji ber eleqeya zêde çapa duyemîn di çileya 2015’an de hat kirin û ev jî di nava demeke kurt de qediya.
BRUKSEL