Li Başûrê Kurdistanê doh yek ji rojên girîng ên siyasî bû di dîroka herêmê de ku li ser sîstema serokatiyê û belavkirina erkên serokatiyê parlamen civiya. Civîna parlamenê li raya giştî girtî bi rê ve çû. Tevgera Gorran û Yekgirtû jî beşdarî civîna parlamenê bûn ku ji dema ji nû ve çalakkirina yekalî ya parlamenê ve rûniştin boykot dikirin. Serokê PDK´ê ku ji mêj e bi awayekî ne rewa û neqanûnî erka serokatiya herêmê desteser kiribû jî nameyek ji parlamenê re şand û îdîa kir ku ew naxwaze dema serokatiya wî bê dirêjkirin. Di nava rojnamevan û siyasetvanan de jî ew şîrove tê kirin  ku heger Barzanî dest ji kar berde wê jiyana wî ya siyasî bi dawî bibe.

Rojnamevan Kemal Reûf wisa difikire ku Barzanî wê di rastiyê de dest ji kar bernede û dibêje, “Heger Barzanî dest jê berde, jiyana wî ya siyasî bi dawî dibe. Eger dest ji kar berde wê ji bo Herêma Kurdistanê bi xêr be.”


Bernameya parvekirina erka serokatiyê

Rûniştina parlamena Herêma Başûrê Kurdistanê ya ji bo diyarkirina rewşa erka Serokatiya Herêma Kurdistanê, dema ku nûçeya me dihat amadekirin, li raya giştî girtî dest pê kir. Serokatiya Parlamena Herêmê bernameya civînê eşkere kir ku ji sê beşan pêk tê. Di beşa yekem a civînê de wê nameya Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî ya ji parlamenê re bête xwendin.

Beşa duyem wê projeya qanûnî ya parvekirina desthilatdariya Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hikûmet, parlamen û Desteya Dadweriyê be.

Li gorî projeya ji pênc xalan pêk tê û tê de tê gotin ku Desthilatiya Serokatiya Herêma Kurdistanê heta hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê û dema pêncan a Parlamena Herêmê li ser dezgehên giştî yên herêmê bête belavkirin. Proje ji aliyê 48 parlamenteran ve hatiye amadekirin.

Li gorî heman projeyê, du desthilatdariyên Serokatiya Herêmê dibin para Desteya Wezîran. Desthilatdariyek ji bo Serokatiya Parlamenê dimîne. Desthilatdariyên din ji dibin ên Desteya Dadweriyê.

Beşa sêyem a civînê jî, taybet li ser îstifaya Goran Azad e, ku îstifa xwe bi nivîskî pêşkêşî Serokatiya Parlamenê kiriye.  

 

Hebûna Barzanî ya di siyasetê de wê dewam bike?

Koma PDK’ê li Parlamena Herêma Kurdistanê, beriya civînê daxuyaniyek da û îdîa kir ku dewamnekirina Barzanî ya li ser posta xwe, wê hebûna wî ya di siyasetê de kêm neke. 

Serokê koma PDK´ê li parlamenê Umêd Xoşnaw daxuyanî da û îdîa kir; “Barzanî sala 2013’ê ne li gel dirêjkirina posta xwe bû. Her 2015’ê ji komisyonê xwest ku hilbijartinê bike. Belê Komisyonê nekarî hilbijartinê bike û ji ber şerê DAIŞ’ê jî Barzanî weke serokê herêmê maye.”

Umêd Xoşnaw her wiha îdîa kir ku “Barzanî 1’ê Mijdara 2017’ê ji bo hilbijartinê diyar kiriye. Belê ji ber sedema teknîkî û nebûna namzet ji bo erkê serokê herêmê, parlamentoyê dema xwe dirêj kir û hilbijartin nekir. Belê Barzanî nexwest li ser posta xwe dewam bike. Nexwe li gor yasa û biryara encumeniya şora dikare dewam bike.”

Di dawiyê de Umêd Xoşnaw dîsa îdîa kir ku dewamkirina Barzanî, dê hebûna wî ya di siyasetê de kêm neke û ew ê weke pêşmergeyekî xizmetê bike.

Çavdêrên siyasî yên ku van gotinan dinirxînin jî vê pirsê dikin: “Madem wisa bû, û ew li ser erka desteserkirî ne bi israr bû, ji bo çi biryarên çarenûsa miletê Kurd hemûyî elaqedar dikirin, bi tena serê xwe da?” 


Naveroka nameya Barzanî eşkere bû

Di rûniştina yekem de piştî xwendina nameya Mesûd Barzanî ji parlamenê re şandî ji ber nerazbûna parlamenterên Tevgera Gorranê, Cîgirê Serokê Parlamenê rûniştin saetekê bi paş ve xist.

Di destpêka rûniştinê de bi dengên piraniya parlamenteran biryar hate dayîn, ku  rûniştin li çapemeniyê girtî be. Dîsa jî naveroka nameyê ji aliyê çapemeniya ser bi PDK´ê hat eşkerekirin. Li gorî vê, wî dîa kiriye ku ew naxwaze heyama serokatiya wî were dirêjkirin. Dema nûçeya me dihat amadekirin, civînê hîna dewam dikir. 

Hêjayî gotinê ye ku Tevgera Gorran û Yekgirtûy Îslamî jî beşdarî civînê dibin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN






Li dostan û Kurdan guhdarî nekir 


Li ser mijara civînê rojnamevan û çavdêrê siyasî Kemal Reûf got; “Pêwîst bû Barzanî zûtir dest ji kar berdaba. Ji bo kesayeta wî bi xwe baş bû. Hem jî ji bo pêvajoya  demokrasiya li Herêma Kurdistanê baş bû. Diviyabû timî ne ew li ser postê Serokatiyê bûya ku 15 sal in xwedî vî postî ye.”

Reûf îşaret pê kir ku ev destjikarberdan di demekê de ye ku herêmê ji sedî 52´yê xaka Herêma Kurdistanê ji dest daye û wiha dewam kir: “Ji ber siyaseta şaş a di bin sîwanê Mesûd Barzanî de ev qewimî. Ji ber vê yekê, li gorî min, destjikarkişandana wî ji ber zextên navneteweyî û hem jî navxweyî bû.”


Ji bo Kurdistanê bi xêr e

Kemal Reûf wekî din got, eger Barzanî dest ji kar berde wê ji bo Herêma Kurdistanê bi xêr be û wiha peyivî; “Destjikarberdan tiştekî asayî nîne. Em ê bibînin ku wê postê wî rawestînin. Weke ku li Kurdistanê kesekî din nebe vê postê bi rêve bibe. Lê, di her rewşê de, li gorî min, bi her rengî dûrketina Barzanî sûda wê zêdetir e ji bo Herêma Kurdistanê.”

Rojnamevan û çavdêrê siyasî Kemal Reûf herî dawî got, jiyana siyasî ya Barzanî bi dawî hatiye û got; “Guh neda dostên xwe û nekarî di dema desthilatdariya xwe de hêzên pêşmerge bi rêxistin bike û aliyan kom bike. Parlamen girt. Niha me şikestek mezin xwariye û me gelek xak ji dest da. Ji ber vê yekê niha li gorî min jiyana siyasî ya Kak Mesûd Barzanî bi dawî bûye.”


DANA OMER / ROJNEWS / SILÊMANÎ