SERDAR BADÎŞAN
Têgîna “Gundê Gerdûnî” (Global Village) ji aliyê Marshall McLuhan ve ketiye lîteraturê. Teknolojî, elektronîk, medyaya civakî û bêguman zimanê cîhanê yanî Ingilîzî bûne her çar lingên maseyekê û her tiştî digihînin her derê. Cîhan êdî di bêrîka me de ye. Pîlotên balafirên ku ji Îtalyayê diçin Çînê ji bo destûra danînê yan jî têkiliyên din, ne bi Îtalî û ne jî bi Çînî, lê bi Ingilîzî dipeyivin. Hemû bazarpereyên navneteweyî ragihandinên xwe bi Ingilîzî dikin.
Rûsya û Emerîka dijminên hev ên tûj in. Lê belê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê S. Lavrov axaftinên xwe yên di civînên navneteweyî de bi Ingilîzî dike.
BBC û Sputnik hema bêje bi hemû zimanan -Sputnîkê vê dawiyê beşa Kurdî rawestand- weşanê dikin. Aljazeera ya Qetarê, France24 a Fransî, NHK World a Japonyayê, Russia Today a Rûsyayê, Iran Daily ya Îranê, CGTN ya Çînê, DW ya Elmanyayê, Kazakh TV ya (Qazaxistanê û gelek kanalên dewletên din bi Ingilîzî weşanê dikin û xwe digihînin tevahiya cîhanê. Ma em ê nepirsin; “Ewqas razemenî, ked û dem ji bo çi ye gelo?”
Bersiva wê pir kurt û hêsan e: “Propaganda!”
Rêgezên weşana navneteweyî li ser propagandayê hatine diyarkirin. Mirov ji guhê xwe bi jehrê dikeve û jehrkujê jî bi riya guhê xwe digire. Televîzyon, mîna mêvaneke bêşerm a li malê ye. Berê me lê nebe jî guhê me lê ye û ew her tim dipeyive.
Tirkiyeya ku bi salan nekarî cîhanê bixapîne, ev rêbaz kişf kir û bi lez û bez televîzyon û rojnameyên bi Ingilîzî derxistin holê. Fermo, em hin navan hildin: Anadolu Agency, TRT World, A News, TGRT News, Daily Sabah, Hürriyet Daily News, Yeni Şafak En, Sol News û wekî din…
Ev yek jî bes nebû, Parlamena Tirkiyeyê jî li ser vê riyê bû vagonek, TBMM Globalê dest bi weşana Ingilîzî kir.
Kanalên Kurdistanê yên sereke:
Medya Haber bi Tirkî, Aryen TV bi Kurdî - Soranî û Kurmancî- û Farisî), Ronahî TV bi Kurdî û Erebî, El-Yewm bi Erebî, Stêrk TV bi Kirmanckî, Kurmancî û Soranî)... Gelo hûn li vir kêmasiyekê nabînin?
Em qebûl bikin; ji hêla çapemenî û dîplomasiyê ve em gelekî qels man. Di dema Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Şirnex û deverên din ên Bakurê Kurdistanê de heger bi weşana Ingilîzî em bigihiştana hawara Kurdên li Ewrûpa, Emerîka û seranserê cîhanê, rewş dê biguheriya. Di dema êrişa dagirkerî ya li ser Rojava de ji Efrînê heta Rojhilatê Firatê, dê erd bihejiya, tsunamî çêbûya!
Lê mixabin, me kanaleke bi Ingilîzî venekir, bi zimanê cîhanê qîrî û hawar nekir ku bi riya teknolojiyê dengê xwe ragihînin cîhanê. Di êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Rojava de jî, di şewitandina Nazîwarî ya jêrzemîna li Cizîrê de jî, ji bilî hin peyamên Ingilîzî yên li ser Twitterê em lal man. Me dengê xwe tenê gihande xwe. Biyaniyan ji çîrokên me yên dilsoj fêm nekir.
“Dîplomasiya dewletan” bêguman di riya xwe de dimeşe. Ev hêzek e û di navbera dewletan de danûstandinên stratejîk pêk tîne. Gelên serdest ên wan dewletan bi dîplomasiyê dilxweş nebin jî dîsa bi awayekî duçarî pejirandinê dibin.
Gelê Kurd ê bêdewlet, divê “Dîplomasiya gelan” derxe pêş û bi destê gelên serdest ên wan dewletan zorê bide ser hikûmetan. Ev yek, bi serwextkirinê pêkan e. Serwextbûn, jêfêmkirin e.
Her biyaniyek di mala xwe de dikaribû kanaleke Kurdî ku bi Ingilîzî weşanê dike, temaşe bikira. Wê demê lobiya Kurdistanê bi destê biyaniyan jî dimeşiya û xurtir dibû.
Kurdino!
100’emîn salvegera Peymana Lozanê 2023´yan mîna kamyoneke frên lê teqiyayî tê. Gelo dema gelê Kurd heye ku li ser vê pêşniyazê bifikire?