Şer û talan û dagikerî dîsa xwe li pêsîra Rojhilata Navîn û ya Kurdistanê daye. Hestên nijadperestî, dewletperestî û cinsiyetparêziyê rê li ber ewqas şer û aloziyan vekiriye. Kurd îro çarenûsa Rojhilata Navîn diguherîne û nahêle xwînxwar ji vê zêdetir xwe bi xwîna gelan têr bikin. Ji ber Kurdan sînga xwe li hember pîlanên wan yê qirêj kiriye siper ji bo wê wer bi hovane êrîşî Kurdan dikin. Di rastî de yên ku duh digotin Kurd, wiha ne û qehreman in, îro rûyê wan yê rastîn derketiye holê ku qet ti caran bi vê gotina xwe bawer nekirine. Bawer jî nakin ji ber qehremaniya Kurdan tê wateya têkçûna pergala wan ya çend sed salî. 

Cîhan îro ji xwe re rûniştiye û çepika ji zêdegaviyên Tirkan re lê dide. Hinek bi dizîka û hinek jî bi eşkere dilê wan xweş e ku Erdogan ew çend hovane êrîşî Kurdan dike. Wek ku haya wan ji tiştekî nîne, xwe bêdeng kirine, wê li dawiya çîrokê bigihêjinê. Dema ku hêzek serket yan jî binket. Em jî ji wan re bêjin, bila mirazê we di dilê we de bimîne. Kurd wê li dijî dagirkeriya Tirkan li ber xwe bide û dîsa hemû cîhanê fêrî berxwedaniyê bike. Çawa ku li Rojava bi taybet li Kobanê ev yek nîşan da. 

Xetek li pêşiya Tirkan heye ew jî xeta ji Silêmaniyê heta Helebê. Tirk dixwazin li ser vê xetê careke din berê xwe bidin hemû ol û netewên qedîm ku li ser vê xakê koka xwe çikandine. Di rastî de êrîşa ji xeta Silêmaniyê heta Helebê êrîşa li ser cewher û koka Rojhilata Navîn e, dikin koka xelkê qedîm ê herêmê zuha bikin. Tirkan kirasê îslama nerm li xwe kirine lê belê di rastî de pêşengiya îslama radîkal a ku gelan berdide qirika hev, dike. Erdogan ji bo ku şerê Şîe û Sune di Rojhilata Navîn de kûr bike, ji bo ku Kurdan qir bike û pêkhateyên din ên di herêmê de bibe çarmixê, bi salan hat amadekirin û giha vê rojê. AKP xwedî dîrokek 70 salî ye, ji bo ku peymana Lozanê biparêze û pratîk bike. 

Niha şerê îro tenê şerê li dijî Kurdan nîne, di serî de Kurd hewl tê dayîn tevahiya netewên li Rojhilata Navîn wek Ermeniyan ji qirkirinên milyonî re derbas bibin. Mûsil mînaka wê ya herî berbiçav e. Li Mûsilê dengê hawar û qêrîna şaristaniyên hezar salan tê. Nijadperestiya Tirkan dike vê şaristaniyê tine bike. Yên îro bi kok û rastiya mirovahiyê bawer dikin, ji dîroka xwe hez dikin, welatparêz û mirovhez e divê nehêle Tirk xeta Kerkûk, Mûsil, Şengal û heta diçe Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Dagirkirina vê xetê tê wateya dagirkirina dil û mêjiyê azad ê gelên Rojhilata Navîn. Ev ne tenê dagirkirinek leşkerî ye. DAIŞ’ê Mûsil bi hêsanî dagir kir lê encamên wê yên civakî, çand û siyasî wê heta hezarê salan bi pêsîra gelê Herêmê bigre. Operasyonên îro yên di warê leşkerî de wê bidawî bibin lê ya esasî pîlana wan ya qirkirin û tinekirinê ye ku wê li ser vê xetê were meşandin. Xet û dilê mirovahiyê tê talankirin, ji bo wê divê em hemû ji bo mirovahiyê li ber xwe bidin. Destûr nedin koka me zuha bikin. Em nehêlin Tirk dîsa bi xeyalên Osmaniyan tişta anîn serê Ermeniyan dîsa bîne serê gelê Herêmê. Ji bo wê em hemû xwedî li Mûsil, Kerkûk, Şengal û Rojava derbikevin.