Cinawirî yan jî wehşet peyvên ku kirinên dirindetî û hovitiyeke ji hişmendiya mirov der vedinivisîne ne. Kes yan jî ajalên di derekeya harbûnê de ne, hemû sînorên hobûyî derbas dikin û êrişên ku êşên wek karesetê diafirînin pêktînin.
Mirov ew cinawiriya dema hovitiyê, yan jî pêvajoya ajalbûnê di şane û giyana xwe de daye rûniştin. Dema tewaneke mezin kiribe, meyla revê dike, ku rev bi dest nekeve, xwe di talûkeyekê de dibîne, bi hêviya xwe ji wê talûke yan jî rewşa tirsnak rizgarkirinê hemû hovitiya di şaneyê mejiyê xwe de tomarkirî dike qada jiyanê. Dema ew mirov bi komeke organîzekirî re ketibe nava tewanên mezin yan jî rûreşiyê, wê demê hemû kirinên cinawirî yên tên hişan dike qada jiyanê.
Di dîroka mirovahiyê de bi giranî tîranên tewan û xwînxwariya her heyiyê têdigihêje di nava metalmayînê de dihêle kirine, keliya têkçûna xwe hîs dike, lema serî li cinawiriyê didin. Di dîrokê de gelek tîranên di dema têkçûna xwe de mirovahî di nava xwînê de fetisandine hene. Wek mînak: Neronê qiralê Roma yê, Firawinên Misrî. Hîtler, Mussolini, Îdî Amîn Dada.
Di mîtolojiya dîroka me ya berê zayînê de herî zêde navê Dehaq derbas dibe. Dehaqên dema me jî gelek in, heta ji Dehaq hovtir in. Li Rojhilat şahê Îranê û Xomeynî, li Başûr Saddam, li Rojava Esad, li Bakûr jî bi giştî kemalîst û niha jî bi navê sentêza tirk-îslam Erdogan-AKP wehşeta ji mêjiyan der xistiye qada jiyanê.
Erdogan ne tenê dizî, talan kir, tewanên hiqûqî yên rûreşiya mirovahiyê ne, kir. Wisa bi hêza xwe bawer bû, wer zenkir ku ewê bikane hemû welatên îslamê bi xwe ve girêde û bibe xelifeyê demê û li gel wê bikane bibe hêzeke cihanî. Jiwê berê hemû hêzên xwe yên nepenî derbasê binê xetê kir û DAÎŞ afirand, bi her awayî ew mezin kir, berda pêsîra gelê me; warê me, malê me da wêrankirin, mirovên me di cendereyên herî wehş re da derbaskirin.
RTE bi wê jî nema gelek cehş û derdorên potasiyel cehş jî bi xwe ve girê da. Di nava tirkan de tu hêzek li hemberê xwe nehîşt, êrişê her pêkhate û hêzî kir. Lê gava dît ku Tevgera Azadî nayê tewandin, hemû dek û dolabên wî vala tê derxistin, roja darezandina wî bi destê Tevgera Azadî tê amadekirin har bû û êriş kir.
Dema wî ferman da û êrişên bajarên Kurdistanê kir, êrişê xweseriyên gel kir, êrişê goristanan kir, êrişê çiyan kir ew têkçû. Dema zarokên me yên dergûşinî da kuştin ew têkçû. Her têkçûna xwe hê nêzîktir hîskir êrişkartir bû. Û vê carê bi azînên kalên xwe yên kemalîst, wek çêlikên xwe DAÎŞê cenazeyên goriyan bi panzer û akreban ve kir û li erdê kaşkir û bi wê têkçû.
Li gor vegotinên di nava gel de, tê gotin ku Nemrût ji bo ku xwe ji ruhustîn biparêze dikeve odeyeke girtî, lê mêşekê di guhê wî re dikeve mêjiyê wî û wî dikuje. Ew sed qesrên wek qesra qaşo spî avake, xwe di şikeftên keleha Enqerê de jî veşêre, bi vê hovitiya li hember şehîd Hacî Lokma Bîrlîk ew têkçû, dê bi vê hovitiyê were darezandin.
Hetanê di kesayetiya Erdogan de serkarên tirk jî wek faşîzma Hîtler, wek faşîzma Baasa Saddam neyê darezandin wê ne wîjdan rihet be, ne jî hovitiya serkarên tirk raweste.