Hunera çêkirina çîniyan di dema Bazirganiya Karwanê rêya hevrîşm de ji Çînê hatiye Mezopotamyayê û Rojhilata Navîn. Lê karê seramîkê ji serdema neolîtîkê de li ser axa Mezopotamyayê ji aliyê jinan ve ji bo parastina genim û qûtên salê yên malê ev kar hatiye kirin. Bi demê re jinan ev huner bi pêş xistiye û gelek figûrên jinan kûz, tasik û amûrên cur bi cur bi heriya ji kîlê çêkirine û paşê jî pijandine. Her wiha her yek ji van amûran bi motîfên pîroz xemilandine.
Li Misra kevn li ser tuxlayên rengîn demên têde ne bi vê hunerê dane nasandin. Mezopotamya ku ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye di dema her şaristaniyê de ev huner li gorî wê demê nû kiriye. Motîfên li ser çînî û seramîkan hemû taybetmendî û çanda herêmê bi van xemilandinan nîşan didin. Di sedsala 21'an de jin dîsa li ser vê axê hewl didin ku vê hûnerê bi pêş bixin û li vê mîrateyê xwedî derkevin.
Çinî û seramîk rastî elaqeyeke mezin tên
Kargeha Nûjen a çîni û seramîkan sala 2004'an hatiye damezrandin. Ew jî bi motîfên kurdewarî û gelêrî hunera çînî û seramîkan nû dikin. Li Amedê sê cihên Kargeha Nûjen a Çinî û Seramîkan hene. Kargeha yekem li taxa Ofîsê li navçeya Yenîşehîrê ya duyemîn li Qonaxa Hesen Paşa ya navçeya Sûrê ye û ya sêyemîn jî li taxa Melîk Ahmedê ye.
Armanca kargahê ew e ku vê hûnerê bi reng û motîfên xisûsî herêmê derêxe pêş û amûran bi van motîfan bixemilîne. Bi taybetî li kargehê li ser kulîlkên endomîk kulîlkên weke guldaxwîn, fîgurên tirî ku bêhtir di çanda Sûryaniyan de xwedî cihekî taybet e, figurên Ahura Mazda, Melekê Tawis, Bircên Amedê, Şêr û Gamêş şîroveya dema mîrên Amedê diçin nêçîre, wêneyên Newroz û Tofana Nuh li ser amûran dixemilînin. Xebatkarên kargehê bi xebatên xwe ku çanda herêmê ya dîrokî derdixe pêş, kêfxweş in. Gelek motîf û fîgurên ku çêdikin li tu cihan nehatine çêkirin ji ber vê yekê jî rastî elaqeyeke zêde ya welatên biyanî tê. Kirîdarên van amûran ji Îtalya, Ingilîstan, Japonya, Amerîka û welatên din tên.
'Di karên hunerî de jin serketî ye'
Mamosteya kargehê Yekbûn Yaş (34) ev 14 sal in xebatên çînî û seramîkan dike. Di biwara xebatên xwe de ew weha dipeyive: "Ev 14 sal in, ez vê xebatê dikim em her car xwe nû dikin. 26 şaristanî li herêma me bi cih bûne em li ser mîrateyên wan tiştên nû çêdikin." Yaş dibêje, jin di karê seramîk û çîniyan de serketî ye û weha dirêjiyê dide gotinên xwe: "şîroveyên jinan cuda ne. Di karên hunerî de jin serketî ye."
Şagirt fêrî vê hunerê dibin
Yonca Ekmen qa 21 salî li kargehê dixebite. Ew dibîje, ew bi riya hevaleke xwe hatiye kargehê û wiha dipeyive: "Hevala min li vir dixebitî, ez bi riya wê hatim vir ez dixwazim hînî vê hunerê bibim."
Funda Tayîz a 20 salî jî ji 15 saliya xwe ve li kargehê dixebite. Ew kêfxweşiya xwe ya ji vê xebatê îfade dike: "Kargeh dema vebû ez hatim kargehê. Me li vir kurs dîtin çîni û seramîk li ba min cihekî girîng digirin."
DÎHA/AMED