BERHEM LETÎF / SILÊMANÎ / ROJNEWS
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen eşkere kir ku hevdîtinên şandeya partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Başûrê Kurdistanê bi awayek erênî derbas bû û got;”Em ê encama van hevdîtinan bi nirxînin û li gorî wê gavan bavêjin.”
Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di 13’yê Hezîranê de li Başûrê Kurdistanê û li gel gelek partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hevdîtin kirin. Mijara sereke ya hevdîtina wan dagirkeriya dewleta Tirk û li dijî êrişan yekîtiya gelê Kurd bû.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen têkildarî sedem û encama hevdîtinan weha got: Mijara me ya sereke pêwîstiya hebûna helwesta neteweyî û lihev nêzîkbûn bû. Nêrîna hemû aliyan weke hev nîne. Lê, piraniya me helwesta me li ser vê yekê ye ku Kurd di vê rewşê de zêdetir nêzî hev bibin û li gel hev kom bibine.
Her hêz yekîtiya neteweyî girîng dibîne
Hesen mijarên sereke jî wisa diyar kir; gefên dewleta Tirk û dagirkeriya li Efrînê. Dîsa guftûgoyên li ser parastina sînoran tê kirin û hêzên koalîsyonê jî beşdar in. Herwiha li Sûriyeyê çawaniya çareserkirina pirsgirêka Kurdan mijarên serekene. Hesen agahî da ku ew bi piraniya partiyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê civiyane û tevî HDPê dîtine ku alî hemû yekîtiya neteweyî girîng dibînin. Lê, ji bo pêkhatina vê yekîtiyê hinek amadekarî pêwîst in.
Eger hevgirtin tinebe metirsî heye
Li ser pirsa, gelo hêzên Kurd hev negirin wê çi bibe, Hesen got; eger nêzî hev nebin, metirsî ji bo her çar parçeyên Kurdistanê heye. Di heman demê derfet jî hatiye afirandin. Êdî kes nikare bêje, guh nadin Kurdan û Kurd nîne. Êdî hebûna Kurdan hatiye îspatkirin.
Parçebûn lawazî ye
Eger Kurd hev negirin wê pir zehmetiyê bibînin. Di hevdîtinan de Birêz Kosret Resûl axaftinek girîng kir, got; ’Eger Kurd parçe bin, wê li hemberî dijberiya ku heye, lewaz bibin, lê ger li gel yek bin wê zêdetir bikarin encama bi dest bixin.’ Em di vê baweriyê de ne Kurd çiqas nêzî hev û yekgirtî bin, ewqas dikarin serkeftinên mezin bi dest bixin. Destkeftiyên xwe biparêzin û hewldanên dagirkeriyê bişkênin.